PAKê li Amedê civîneke çapemenîyê li dar xist

PAKê li Amedê civîneke çapemenîyê li dar xist

.

A+A-

PAKê li Amedê civîneke çapemenîyê li dar xist

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 20.03.2021ê li Teşkîlata Amedê ya PAKê civîneke çapemenîyê li dar xist.

Di vê civîna çapemenîyê de, PAKê di derbarê rojeva heyî ya Kurdistanê de sîyaset û pêşniyarîyên xwe pêşkêşî raya giştî kir û Newroza gelê me pîroz kir..

Civîna çapemeniyê li gorî tedbîrên Covîd-19yê hat eli dar xistin.

Di destpêka civîna çapemenîyê de ji bo şehîdên Newrozê û hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Paşê Berdevkê Çapemenîyê yê PAKê Hanifi Turan daxuyanîya PAKê ya bi Kurdî xwend.

Daxuyanîya ku di civîna çapemenîyê de hate xwendin li xwarê ye:

‘’ Em agirê newrozê bi banga rawestandina şerî û bi hişmendîya neteweyî geş bikin

Îşev agirê ewil ê Newrozê tê pêxistin.

Newroz ji bo miletê Kurd cejn e, berxwedan e, serhildan e, mizgînîya azadîyê ye.

Newroz li gel miletê Kurd, cejna hemû gelên Aryan e, herweha 21ê Adarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Nîjadperestîyê ye.

Ji rûxandina zilma Dehaqê xwînxwar heta îro, ji bo azadîyê agirê Newrozê herdem bi şêweyên cuda cuda hatîyê dadan û geş kirin.

Li gel hemû êrîş, xeterî û planên xêrnexwezan jî, destkeftîyên Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê, destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna neteweyî, niştimanî ya li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, di vê Roja Newrozê de jî, di doza azadî û serxwebûna Kurdistanê de ji bo geş kirina hêvîyên me pişteke mezin e.

Em wek PAK dibêjn li Bakurê Kurdistanê bi minasebeta Newrozê, bi dengê milyonan em bangî Dewleta Tirkîyeyê bikin da ku hemû şer û operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne.

Em bangî PKKyê bikin da ku vî şerê xwe yê çekdarî rawestîne. Ev şerê çekdarî yê ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, ne bes li Bakur, herweha bi taybetî li Başûr û Rojava Kurdistanê jî zerarê dide gelê me.

Weke tê zanîn, di sala 2019an de, ji ber ku di navê wan de ‘Kurdistan’ heye , di heqê PAK, PSK , PDKT û KKP de cuda cuda doza girtinê hatibû vekirin.

Serdozgerê Mehkemeya Bilind a Dewleta Tirkîyeyê, di îdîanameya doza girtina PAKê de, digot ‘Navê PAKê û bernameya wê li dijî Qanûna Bingehîn û li dijî Qanûna Partîyan e. Herweha PAK ji derveyî zimanê Tirkî behsa zimanekî û behsa perwerdeya bi wî zimanî dike, ji ber wê jî nîjadperestîyê dike’. Ango li gorî Serdozgerê Mehkemeya Bilind a Dewleta Tirkîyeyê, behs kirina hebûna zimanê Kurdî û daxwaza perwerdeya bi zamanê Kurdî ‘nîjadperestî’ ye.

Doza girtinê ya ku di heqê PAKê û van 3 partîyên din de hatîye vekirin berdewam dike.

Nuha jî Serdozgerê Mehkemeya Bilind a Dewleta Tirkîyeyê di roja 17.03.2021ê de li Mehkemeya Qanûna Bingehîn de di heqê HDPyê(Partîya Demokratîk a Gelan) de doza girtinê vekir.

Dewleta Tirkîyeyê ji alîyekî ve di heqê partîyan de doza girtinê vedike, ji alîyê din ve jî nahêle partîyên nû yên wek PDK-Bakur, PIA û PDK weke yasayî bêne damezrandin.

Doza girtinê ya di heqê HDPyê de hatîye vekirin , binpêkirina mafê azadîya fikrî, azadîya xwe îfade kirinê ye, rêlibergirtina mafê azadîya xebata rêxistinî ye. PAK a ku di heqê wê de doza girtinê hatîye vekirin, helbete ku van helwest û hewlên Dewleta Tirkîyeyê, hewlên Serdozgerê Mehkemeya Bilind, yên di heqê girtina HDPyê de jî wek gavên ku nayê qebûl kirin dinirxîne.

Em wek PAK cezaya ku li Birêz Ömer Faruk Gergerlioğlu hatîye birîn û betal kirina parlamenterîya wî protesto dikin. Birêz Ömer Faruk Gergerlioğlu kesayetekî mafparêz e û di dema Referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an de, wek endamekî Înisiyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê li bajarê Batmanê xebateke hêja û çalak meşand.

Rûpelên dîroka Dewleta Tirkîyeyê bi girtina gelek partîyan ve dagirtîye. Lê çawa ku heta îro girtina partîyan , rêlibergirtina damezrandina partîyan tu pirs û pirsgirêk çareser nekiribe, ji îro pê de jî dê tu pirs û prisgirêkan çareser neke. Ewên ku dixwazin partîyên yasayî, sîyasî bigirin, gelo dixwazin berê Kurdan ji rê û rêbaz û amûrên sivîl, sîyasî, demokratîk dûr bixin û berê wan bes bide şer û tûnd û tûjîyê?

Em bi zelalî dixwazin beyan bikin ku bi tu awayî emê nekevin vê kemîna van xêrnexwazan. Emê ji şer re, ji her cûre rê û amûrên şerê çekdarî û tûnd û tûjîyê re bêjin ‘na’. Emê li ser rê û rêbazên sîyasî, demokratîk û sivîl bi biryardarî xebatên xwe bimeşînin.

Nuha CHP û İyi Parti di serî de, hinek partîyên Tirkan dibêjin geva ku ew hatin ser hikum, dê wê sonda ku berê li dibistanên seretayî de dihatin xwendin , wê sonda, nîjadperest dîsa bi zarokên dibistanê dê bidin xwendin.Ev jî rastîya hemû partîyên heyî radixe ber çavan.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê û bangî hemû partîyên desthilatdar û yên di mixalefetê de ne dikin, da ku dest ji vê sîyaseta xwe ya 98 salî berdin. Ev sîyaseta ku 98 sale , li ser hişmendîya înkar, asîmîlasyon, tune hesibandin, kuştin û şîdetê tê meşandin tu pirs çareser nekirine û dê ji îro pê de jî tu pirsan çareser nake.

Em bangî miletê Kurd û gelê Kurdistanê dikin da ku em nebin piştgirên partîyên ku dibêjin ‘yek dewlet, yek Milet, yek welat, yek al’ û em nekevin bin sîya wan, em nebin palpiştên van partîyan. Divê demokarasî, jî, azadî jî, edalet jî, mafên Kurdan jî bi însafa van partîyan nemîne.Herweha em hêzê nedin sîyasetên şêlû ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê tune dihesibînin, keda gelê me ya 200 salî li erdê diteqînin. Heta ku em wek miletekî li ser daxwazên xwe yên esasî yên neteweyî, demokratîk nebin alîyekî, nebin nûnerê xwe, emê nikaribin tu mafên xwe bidest bixin, emê nikaribin rê li ber van neheqî, zilm û bêrêzîyên ku li me tê kirin bigirin.

Werin em du karan bi hevdu re bimeşînîn.

Werin li Bakurê Kurdistanê ji alîyekî ve em Newroza 2021ê bikin destpêka bihevre xebat, hevkarî û tifaqên li ser hişmendî û prensîbên neteweyî, niştimanî. Em gav bi gav yekrêzêya partî û hêzên ku li ser axa Kurdistanê statuyeke sîyasî, neteweyî, milî diparêzin bihûnin.

Û werin ji alîyekî ve jî, em wek destpêk li ser van daxwazên xwe yên li xwarê yên netewî, demokratîk hêza xwe bikin yek, em wek alîyekî , wek nûnerê miletê xwe tevbigerin:

• Divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji vî şerî berde û ji bo çareserîyeke sîyasî bi hemû partîyên Kurdan re bikeve nav dîyalogê.

• Divê PKK demildest şerê çekdarî rawestîne.

• Divê hemû qedexeyên li ber azadîya çapamenîyê, ramanî û xebata rêxistinî bêne rakirin.

• Divê dozên girtinê yên di derbarê partîyên ku bi navê ‘’Kurdistanê’’ hatine damezrandin û partîyên din de bêne betal kirin. Qedexeya li ser navê Kurdistanê bê rakirin.

• Divê Dewleta Tirkîyeyê di Qanûna Bingehîn û hemû yasayên xwe de hebûna miletê Kurd qebûl bike û divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî.

• Divê Dewleta Tirkîyeyê Peymana Otonomoya Rêveberîyên Herêmî yên Ewropayê û Peymana Mafê Zarokan bi giştî bicîh bîne.

• Daxwaz dikin ku Dewleta Tirkîyeyê li gor biryara AHIMê tevbigere û tavilê hemû girtiyên siyasî, nivîskar û rewşenbîrên di hefsê de ne, serbest berde, dozên ku hatine vekirin betal bike.!

Belê, Miletê Kurd gava ku wek alîyekî hevkarîyeke li ser van daxwazan ava bike, helbete ku divê ji bo pêk anîna van daxwazan bi hêzên azadîxwaz, demokrat û edaletxwaz yên li Tirkîyeyê jî di nav dîyalogê de be û rêya hevkarîyan xurt bike.

Em bi minasebeta Newrozê careke din dibêjin her destkeftineke li her perçeyekî Kurdistanê em wek destkeftineke xwe dibînin.

Xwedîlêderketin û parastina her destkeftinên neteweyî, niştimanî yên li her perçeyekî Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî û dîrokî ye.

Em careke din bi taybetî bangî hemû gelê xwe dikin ku, bi îmzeyên xwe piştgirîyê bidin kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê.Ji bo zêdetir îmze bêne tomar kirin, divê em li derîyê herkesî bixin.

Belê îşev şeva newrozê ye.

Bawerî, hêvî, sebir, tifaq, xebat, biryardarî, têkoşîn divê her ardûyê alavîya agirê newrozê bin.

Em bi van hest û bawerîyên xwe Newroza gelê xwe pîroz dikin.’’

20.03.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

pa1-002.jpgpak2-021.jpgpak3-019.jpgpak4-021.jpgpak6-006.jpg

pp.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin