PAKê li Amedê bi panelêke Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anî

PAKê li Amedê bi panelêke Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anî

.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê, îro 29.06.2021ê li Amedê bi minasebeta 96emîn salvegera şehîdbûna Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku bi wî re hatine darvekirinê panelekî lidarxist.

Panêl di seet 11. 00an de li Teşkilata PAKê ya Amedê hat dayin.

Beriya dest pê kirina panêlê, ji bo Şêx Seîd, hevalên wî û hemî şehîdên doza azadîya Kurdistanê rêz hat girtinê.
 
Gelek saziyên çapemenî, nûnerên rêxistinên sîvîl, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd beşdarî panêlê bûn.

Panêl bi axaftina berdevkê Ragihandinê yê PAKê Henifî Turan dest pê kir. Henifî Turan xêrhatina mêvanan kir, Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anî û daxuyaniya PAKê ya di derbarê şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî xwend.

Daxuyanîya Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê wiha bû:

Serokê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe 96 sal berê di roja 29.06.1925ê de , ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin darve kirin.


Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyekî bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.


Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.
Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darve kirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelê Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Yusûf Zîya Beg, Dr. Fûad, Seyîd Abdulkadîr û hevalên wan , cîhê mezelê  Seîdî Nûrsî  aşkere bike.


Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li seranserê Kurdistanê û hemû cîyên ku kurd lê dijîn berdewam e.


Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.


Her destkeftin û statûyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.
Di 96emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin û Xalid Begê Cibrî , Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr.Fuad, Hecî Axtî, Seyid Abdulkadîr , bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

Ji dû re jî axaftvanê panêlê Tahsin Sever (Nivîskar) axaftinekî kir û behsa Rêxistina Azadî, Xalît Begê Cibirî û Yusuf Ziya Beg û têkoşîna wan kir.

Lêkolîner Kerem serhatli jî di axaftina xwe de behsa malbata Şêx Seîd, tevgera wî, tevger çawa dest pê kir, çawa meşîya û çawa têk çû kir.  
 
Panêl bi pirs û bersivdayina panêlîstan dawî bû.

Herwiha panel ji alîyê Rûdawê ve bi zindî hat weşandinê.

Rûpela Nû/Diyarbekir

 

1-143.jpg2-151.jpg3-145.jpg4-116.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin