PAK û PSKyê seredana malbatên ku ji şopa lehîyê xisar dîtibûn  kirin

PAK û PSKyê seredana malbatên ku ji şopa lehîyê xisar dîtibûn  kirin

.

A+A-

Roja 07.09.2021ê  heyeta ku ji berpisên şaxa Wanê yên PAKê(Îsmet Elçî, Bahattin Ayaz ) û yên PSKyê(Tayip Kizilyildiz, Mehmet Baydar)  pêkhatibû seredana gundê Osmalî ya Wanê kirin.

Gundê Osmalî ku li tixûbê Rojhelat û Bakûrê Kurdistanê ye û ji 285 malbatan û di nav sê newalan de pêktê, mehek berê ketibû ber lehîyekî gur û di wî lehîyê de 9 mal ji binî ve  rûxabûn û 63 malbat jî tûşî xisarekî mezin bibûn. Li gor beyanên gundîyan, heta niha tu kes yan  jî sazî li halê wana nepirsîne. 

Heyeta PAK û PSKyê bi Mixtarê gund re, piştî ku xwe didin nasîn û armanca zîyareta xwe bi gundîyan didin zanîn, li gor giranîya xisaran, ji bo her malekê,  ew alîkarîya ku ji alîyê KOMKAR ve hatibûn berhevkirinê, di nav zerfan de mal bi mal li malbatên xisardîtî re belav dikin.

Heyet bi dilekî kêfxweş û rêzeke dostane hate pêşwazî kirinê. 
 Herwisa jî piştî belav kirina alîkarîyê, bi dilgermî û dostanî ji hev xatir xwestin.

Rûpela Nû/Wan

1-154.jpg2-161.jpg3-155.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin