PAK û PSKyê Li Amedê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kirin

PAK û PSKyê Li Amedê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kirin

Partîya Sosyalîst a Kurdistan(PSK) û Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) roja 17.12.2019an de bi semînerekê , li Teşkîlata Amedê ya PSKyê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Partîya Sosyalîst a Kurdistan(PSK) û Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)  roja 17.12.2019an de bi semînerekê , li Teşkîlata Amedê ya PSKyê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kirin.


 

Semînera pîroz kirina Roja Alaya Kurdistanê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.


 

Gelek endamên PSK û PAKê, rewşenbîr, nivîskar, sîyasetmedarê Kurd û welatî beşdarî semînera pîroz kirina Roja Alaya Kurdistanê bûn. Telwîzyonên Kurdî jî eleqeyeke baş nîşanî semînerê dan.


 

Di serî de bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê daxuyanîya hevpar a PAK û PSKyê ji alîyê Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PSKyê Ramazan Moray ve hat xwendin. Paşê jî Lêkolîner Ahmed Kanî di derbarê Alaya Kurdistanê e semînereke berfireh da.


 

Daxuyanîya hevpar a PAK û PSKyê weha bû:


 

“Em Roja Alaya Rengîn bi fahmeke neteweyî pîroz dikin

Em wek milletê Kurd Roja Alaya Kurdistanê bi fahmeke neteweyî pîroz dikin. Di eynî wextê da jibo xurtkirin û bilindkirina şiûra neteweyî em ji Alaya Kurdistanê hêz û îlhamê distînin.


 

Îsal her weha sedsalîya Alaya Kurdistanê ye.


 

Sedsal berê, di 1920î da Alaya Kurdistanê ji aliyê Cemiyeta

Civaka Kurdistanê (Kurdistan Teşkîlat-ı İçtimaiye Cemiyetî) ve hat nexşkirin; bi sê şerîdên kesk, sipî û sor û di navendê da jî 21 tirêjên rojê yên zer…


 

Em bi sedsalîya Alaya Kurdistanê serbilind in.


 

Alaya Rengîn ne tenê sembola azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye. Alaya Rengîn ev sedsal e ku di meş û têkoşîna azadî û serxwebûnê da rêberîya gelê Kurd dike, di neqebên teng da, di karesat û serûbinîyên mezin da rêya me rohnî dike, hêvîyên me li ser pîyan digire.


 

Alaya Rengîn remza têkoşîna me ya sedsalîyeke bi zehmet û keser e.


 

Gelê me yê mêrxas di serê sedsala bîstan da di ronahîya Alaya Rengîn da berxwedaneke bê hempa birêvebir. Piştê ku têkoşîn û xebat li Bakur têkçû, Alaya Rengîn li Rojavayê welatê me bi destê Xoybûnê da bilind bû. Alaya Rengîn di salên 1930îyî da şewqa xwe li Çiyayê Agirîyê belav kir.


 

Alaya Rengîn ji wir gihişte Rojhelatê welatê me. Komek Ciwanên Kurd di 17ê Çileya Pêşîn a 1945an da Alaya Rengîn li Mahabadê li avahîya dadgehê ve daliqandin. Alaya Rengîn li Komara Mahabadê him bû şahidê serkeftin û mizgînîya azadîyê, him jî bû sitare li ser yekemîn Komara Kurdî.

Alaya Rengîn li ezmanê Kurdistanê her li ba dibû.


 

Alaya ku Serokomar Qadî Muhammed wek emaneteke milli radestê Mele Mistefa Barzanî kir îro bi şanazî li Başûrê Kurdistanê li ser Parlamentoyê bilind dibe.


 

Parlamentoya Kurdistanê, wek qedirbilindî, di rûniştina xwe ya 11. 11.1999an da, roja 17ê Çileya Pêşîn, roja ku Alaya Rengin di sala 1945î da li Dadgeha Mahabadê hatibû daliqandin, wek Roja Alaya Rengîn ilan kir.


 

Em baş dizanin ku her millet bi nasnameya xwe heye; bi ziman, çand, dîrok, nirx û remzên xwe yên neteweyî di nava malbata milettan da cîyê xwe digirin. Yê ku miletan di asta herî bilind da temsil dikin jî bêşik alaya wan e.


 

Alaya Rengîn berhemê têkoşîna sedsalî, nîşana ked û xwîna bi sed hezaran evîndarên azadîyê ye.


 

Alaya Kurdistanê rûmeta me ye, remza bixwebawerî û bextewarîyê ye.


 

Em careke din Roja Alaya Kurdistanê û sedsalîya wê pîroz dikin.


 

Wan kesên ku nehiştine Ala Rengîn dakeve, eksê wê her tim wê bilind kirine, em ji dil û birêz bibîrtînin.

17.12. 2019


 

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ”


 

Piştî pêşkêş kirina daxuyanîya PAK û PSKyê, lêkolîner û nivîskarê Kurd Ahmed Kani di derbarê dîroka Alaya Kurdistanê de agahdarîYên dîrokî yên berfireh da.

Rewşenbîrê welatperwer ê Kurd Şêx Mîzbah Yarûk jî helbesta Şaîrê Kurd Cîgerxwîn a li ser Alaya Kuristanê xwend. 

Piştî axaftina Ahmed Kani semîner bi pirsên beşdaran û bersîvên Ahmed Kani berdewam bû.

 

1-045.jpg

3-056.jpg

6-030.jpg

8-023.jpg

9-027.jpg10-021.jpg

11-021.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin