PAK û PSKê li ser tıfaqa neteweyî ya kurd civîneke encam dan

PAK û PSKê li ser tıfaqa neteweyî ya kurd civîneke encam dan

Di cvînê de hat amajekirin ku kurd û Kurdistan di bin zext û dorpêçandineke piralî de ye û li hemberî vê yekê, pêkanîna tifaqeke berifireha neteweyî û demokratîk berpirsyarêyeke dîrokî ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) li Dîyarbekrê li ser tifaqa neteweyî ya kurd civînek pêk anîn. Di cvînê de hat amajekirin ku kurd û Kurdistan di bin zext û dorpêçandineke piralî de ye û li hemberî vê yekê, pêkanîna tifaqeke berifireha neteweyî û demokratîk berpirsyarêyeke dîrokî ye.

Li Dîyarbekrê bi beşdarîya serok û rêveberên PAK û PSKê, nivîskar û lêkolîner û welatperwerên kurd, li ser tifaqa neteweyî ya Kurd civînek berifireh hat kirin.

Di civînê de li ser mijarên wekî armanca tifaqa neteweyî û nexşerêya tifaqa neteweyî nîqaş hatinkirin.  Li gorî nirxandina rêveberên PAK û PSKê, divê di serî de kurd di nava xwe de tifaq bin û ji bo paraztina destkeftîyên xwe li ser esasên neteweyî bi hevre bixebitin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin