PAK ŞAXA BATMANÊ MELE MISTAFA BARZANÎ BIBÎRANÎ

PAK ŞAXA BATMANÊ MELE MISTAFA BARZANÎ BIBÎRANÎ

Li Teşkîlata Batmanê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 41emîn salvegera wefata Mele Mistefa Barzanî, bîranînek hat lidarxistin., Bîranîn bi beşdarîya rêvebir û endamên PAKê, sîyasetmedar û welatperwer destpêkir .

A+A-

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Ozdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo rêberê miletê Kurd û Kurdistanê Nemir Mele Mistafa Barzanî rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.


Dawîya rêzgirtinê "Kê dinya hejand / Kê dolap gerand /Ew Barzanî pak /Rabû şûr kişand"bi sitrana Seîd Yusif bi rêz hurmet hat bibîranîn


Piştî rêzgirtinê Aziz Ozdemir got: Di bizava sîyasîya başurê Kurdistanê piştî serhildana Şêx Mehmudê Berzincî, Nemir Mele Mistafa Barzanî serleşkerîya başurê welatê me girt destê xwe.Mistafa Barzanî mîna nirxekî netewî ji bo hemû kurdên azadîxwaz buye mîrasek mîllî.
Piştî axaftina xwe daxuyanîya PAK ê xwend. "Jîyana Mele Mustafa Barzanîyê nemir, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e Mele Mustafa Barzanîyê nemir, rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bibîrbînin. îsal, 41emîn salvegera wefata wî ye.Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jîyana Mele Mustafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê , ya di sedsala 20an de ye.


Jîyana Mele Mustafa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jîyana M. Mustafa Barzanî yê nemir, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsîyet ve hatîye hûnandin.
Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û serokek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû. Mele Mustafa Barzanî yê nemir serokê partîya xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye. Mele Mustafa Barzanî yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye. Azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be jibo Barzanîyê nemir. Em di 41emîn salvegera wefata wî de, Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîrtînin."
Mele Emeddin Yetiz ku ru bi ru nemir mele Mustafa Barzanî dîtibu û hevdîtin pêre kiribu, ew hevdîtin bi bêşdarvanan re parvekir bu helbesta xwe bi navê "Qehremanê Esrê Bîsta" xwend.


Sîyasetmedarê Binxetî Fewaz Mahmud li ser jîyana nemir Mele Mustafa Barzanî û taybetîyên wî kû em sudê jê wergirin axîvî.


Ednan Şêxo bi navê "Pêşmergeyên Qehreman" helbestek xwend.
Şexmus Hemo helbesteke Seydayê Tîrêj ku li ser Mele Mustafa Barzanî Xwend.
Bîranîn bi sînevîzyonekê (belgefilm) bi berhemdar bi dawî hat.

01.03.2020
 

PAK Şaxa Batmanê

2-079.jpg

3-081.jpg

4-067.jpg

5-054.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin