PAK: Pirsgirêkên Filistînî û Îsraîlîyan divê bi rêyên aştîyane bêne çareser kirin

PAK: Pirsgirêkên Filistînî û Îsraîlîyan divê bi rêyên aştîyane bêne çareser kirin

.

A+A-

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): Pirsgirêkên Filistînî û Îsraîlîyan divê bi rêyên aştîyane bêne çareser kirin.

"Pirsgirêka di navbera Filistîn û Îsraîlê de, yek ji birînên çaresernebûyî yên li Rojhilata Navîn e.

Ev pirsgirika heta nuha bûye sebebê kuştina bi hezaran kesan; bûye sebeba neheqî û tevlihevîyan.

Eve çend rojin , dîsa di navbera Filistînî û Îsraîlîyan de alozî û şer heye.Û weke her carê dîsa yê zirara herî mezin dibînin jî, ji herdu alîyan xelkê sivîl in û cîh û warên dînî yên pîroz in.

Tecrubeyên Filistînî û Îsraîlîyan yên heta îro û rastîya herdu miletan jî îspat kirîye ku ev mesele bes li maseyê û bi dan û sitandinan, bi rêyên aştîyane dikare bê çareser kirin.

Ji bo zêdetir xelkên sivîl neyên kuştin, ji bo agirbestek bê îlan kirin, em bangî Netewên Yekbûyî(UN) dikin da ku zûtirîn wext midaxaleyî van alozîyan bikin.

Em bangî gelê xwe yê li her çar perçeyên Kurdistanê jî dikin da ku neyên lihîstikên hinek dewletên xêrnexwaz ku dixwazin şer û kuştin û alozîyên di navbera Filistînî û Îsraîlîyan de kûrtir bibin û dixwazin bi vê şêweyê şerê wekaletê bimeşînin.Herweha ji ber ku dewletên wek Tirkîye û Îranê dixwazin bala gelê me ji zilm û zordarîya li ser gelê me tê kirin bibin ser problemên din û dixwazin rojevê biguherînin; divê gelê me agahdar be ku nebin alet û amûrên sîyaseta van dewletan.

Em bangî Filîstînî û Îsraîlîyan jî dikin ku zerarê nedin xelkê sivil û cîh û warên dînî yen pîroz nekin armanc û bi rêyên aştîyane, bi rêya dîyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Pirsa Filistînî û Îsraîlîyan, bi rêya dan û sitendinan û li ser esasê qebûl kirina hebûna Dewleta Îsraîlê û Dewleta Filistînê û rêz li hevdu girtina herdu alîyan dikare bê çareser kirin."

12.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin