PAK: Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî Destkeftineke Dîrokî ya Miletê Kurd e

PAK: Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî Destkeftineke Dîrokî ya Miletê Kurd e

.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)ê bi boneya salvegera rêkeftina 11ê Adarê de peyamek belav kir.

Daxuyaniya PAKê waha ye:

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):

Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî Destkeftineke Dîrokî ya Miletê Kurd e

Li ser Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî re 51 sal derbas bû.

Li Başûrê Kurdistanê piştî destpêkirina Şoreşa Îlonê, bi bedelên mezin, Dewleta Iraqê ya di desthilatdarîya Beesê de, mecbûr ma ku li gel PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) û Serokê Şoreşa Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê Nemir peymanekê îmze bike. Bi Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî, miletê Kurd, gelê

Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê mafê otonomîyê bidest xist.

Heta ku di sala 2005ê de destkeftina federalîyê ya Herêma Kurdistanê di Qanûna Bingehîna Iraqê de cîh girt, di têkoşîna 200 salî ya jibo azadîya Kurdistanê de, cara yekem bi Peymana Otonomîyê ya 11yê Adara 1970yî, bi awayekî yasayî di Qanûna Bingehîn a Dewleteke ku perçeyekî Kurdistanê dagir kirîye de, mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd û statuyeke sîyasî ji bo gelê Kurdistanê hate qebûl kirin.

Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî destkeftineke dîrokî û berhem û nîşana biryardarî, sebir, ked, xebat , bedel, tecrube û dilsozîya 200 salî ya têkoşîna azadîya Kurdistanê bû.

Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî di rêya mafê çarenûsîyê de bingeh û destpêkek bû ku ji alîyê dagirkerekî Kurdistanê ve weke fermî hatibû qebûl kirin. Bi vê peymanê Parlamentoya Otonomîyê dihate damezrandin. Li gorî peymana otonomiyê wê li sê bajarên Başûrê Kurdistanê(Hewlêr, Silêmanîye, Dihok) ku ew jî bes nêvîyê axa Başûrê Kurdistanê bû, bi sazkirina parlamentoya otonomîyê li Hewlêrê dê Otonomî bihata birêvebirin. Lê statuya nêvîyê din ê axa Başûrê Kurdistanê, ango statuya Kerkûkê, dor û bera Mûsilê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê dê paşê bihata zelal kirin. Bi Peymana Otonomîyê zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî wek zimanê fermî hate qebûl kirin Herweha bi vê Peymana Otonomîyê miletê Kurd , bi awayekî fermî, wek şirîkekî desthilatdarîya Dewleta Iraqê hatîye qebûl kirin.5 Wezîrên Kurdan di Cıvata Wezîran de cîh girtin.

Rejîma Beesê nexwest xalên vê peymanê bicîh bîne; her bi rê û amûren cuda cuda ev peymana binpê kir.

Ev hewl û niyet û sîyaseta Rejîma Beesê di encamê de hate wê astê ku, di sala 1974an de, Seddam Husên peyman tune hesiband û wezîrên Kurdan ji Cıvata Wezîran derxist. Ji ber van gav û sîyasetên Beesê, Serkirdayetîya Şoreşê, mecbûr ma ku careke din dest bavêje çekî û serîhilde.

Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî û rêvebirîya Şoreşa Kurdistanê ya di bin serokatîya Mele Mİstefa Barzanîyê nemir de, di têkoşîna xwe bixwe îdare kirina gelê Kurdistanê de tecrubeyeke mezin bû û gelek destkefitinin netewî û dîrokî bi xwe re anî.

Piştî Komara Kurdistanê(Komara Mehabadê) , tecrubeya Otonomîya Başûrê Kurdistanê jî, di hûnandina dîwarê azadîya Kurdistanê de hîmekî girîng û esasî bû.

Bi Peymana Otonomîyê, li Iraqê cara yekem bû ku weke fermî, di Qanûna Bingehîn a Dewleta Iraqê de, hebûna miletê Kurd û mafê wî yê netewî, demokratîk dihate qebûl kirin.

Peymana Otonomîyê ji alîyê sîyasî, çandî, moral, hest û bîr û bawerî û hişmendîya netewî de li hemû perçeyên Kurdistanê û li cîhanê bayê li xwe veger û vejîneke netewî, niştimanî ya nû belav kir.

Li gel hemû astengîyan jî, Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî tecrubeyeke girîng û rûmet, destkeftin û serbilindîya hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Piştî 35 sal biser ve derbas bû, peymana Otonomîya 1970 yî, li heman herêmî bû nimûne û bingeha destkeftîya dewleta federe a Herêma Kurdistanê. Her wek peymana wê demê, di federalîya herêma Kurdistanê de jî herêmên wek Kerkûk, dor û bera Mûsil û Germîyanê herçend wek xaleke (Xala 140) yasayî ku dibûya di nav 7 salan de bi awayekî adilane bihata çareser kirnê, Ji ber dengûdolab û bi hişmedîya Ereb a BEESî ev pirsgirêk hêj nehatîye çareserkirinê. Û wek birînekî şêrpençê didome.

Di Referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an de gelê Kerkûkê û hemû navçeyên mijara madeya 140î, li gel hemû gelê Kurdistanê , bi rêjeya ji %93yê ji serxwebûnê re gotin 'Belê'. Lê Heşdî Şahbî û Hikûmet û Artêşa Iraqê ev îradeya gelê Kurdistanê qebûl nekirin û careke din Kerkûk û navçeyên din dagir kirin.

Nuha jî Kerkûk û ji %45ê axa Başûrê Kurdistanê ji alîyê Hikûmeta Bexdayê ve hatiye dagir kirin. Birêvebirên Herêma Federe a Kurdistanê wek Serkirdeyatîya Şoreşê ya 1970yî dibêjin, ‘Kerkûk Kurdistane’ û heta ew kêşeya deverên di xala 140 de çareser nebe dê li Iraqê jî aşitî û aramî pêkneyê, dê pirsa Kurdistanê çareser nebe.

Di 51 salîya Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî de, em serokê şoreşa netewî û endazyarê Peymana Otonomîyê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû pêşmerge, têkoşer , xebatkar û şehîdên ku di îmze kirina Peymana Otonomîyê de keda wan heye bi giramî bibîrtînin.

11.03.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

pak-1-006.jpgpak2-017.jpgpak3-015.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin