PAK li Hewlêrê beşdarî bibiranîna Komara Kurdistanê bû

PAK li Hewlêrê beşdarî bibiranîna Komara Kurdistanê bû

Bi amade kirina Navenda Hevkarîya Partîyên Kurdistanî Îran bi minasebeta 74emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê, roja 22.01.2020an li Hewlêrê civîneke berfireh hate li dar xistin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Bi amade kirina Navenda Hevkarîya Partîyên Kurdistanî Îran bi minasebeta 74emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê, roja 22.01.2020an  li Hewlêrê civîneke berfireh hate li dar xistin.

Serok û berpirsên partîyên Rojhilatê Kurdistanê, berpirsên partîyên ji parçeyên din ên Kurdistanê, Fermandarê Hêzên Zêrevanî yê Başûrê Kurdistanê Azîz Weysî beşdarî bibîranî bûn.

Li ser navê PAKê jî Endamê Komîteya Komîteya Navendî ya PAKê Orhan Kaya, Rêvebirîn Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Evdirehman Gundikî û Temo Ayas beşdarî civîna bibîranîna 74emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) bûn.

 

whatsapp-image-2020-01-22-at-20-50-25.jpeg

whatsapp-image-2020-01-22-at-20-51-11.jpeg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin