PAK: Helebçe bi çekên kîmyewî di hembêza hemû cîhanê de şehîd ket!

PAK: Helebçe bi çekên kîmyewî di hembêza hemû cîhanê de şehîd ket!

.

A+A-

"PAK: Helebçe bi çekên kîmyewî di hembêza hemû cîhanê de şehîd ket!

Roja 16yê Adara 1988an de li Helebçe ya Başûrê Kurdistanê ji alîyê rejîma Bees a Seddam Huseyinî ve bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kes hatin qetil kirin, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.

Jenosîda helebçeyê beşeke ji Jenosîda Enfalê bû.Di Jenosîda Enfalê 182.000 Kurd û Kurdistanî ji alîyê rejîma Bees a Seddam Huseyinî vehatin qetil kirin.

33 sale hîna jî niştecîyên Helebceyî ji birînên jehra kîmyewîyê xilas nebûne. Jîngeha Helebçeyê bi temamî ji jehrê nehatîye pak kirinê.

Li Helebçeyê ne bes miletê Kurd, temama mirovahîyê 5000 caran hate qetil kirin.

Jenosîda Helebçeyê tawaneke li dijî mirovahîyê ye.

Me Jenosîda Helebçeyê jibîr nekirîye, em jibîr nakin jî.

Jenosîda Helepçeyê nikarîbûye rê li ber têkoşîna doza azadîya Kurdistanê bigire û dê jenosîdên nû jî nikaribin rê li ber têkoşîna doza azadîya Kurdistanê bigirin.

Birîna Jenosîda Helebçeyê îro bi Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê tê kewandin. Her destkeftineke netewî, niştimanî ya li her perçeyekî Kurdistanê û azadî û serxwebûna hemû Kurdistanê dê vê birînê zêdetir bikewîne.

Em di 33yemîn salvegera Jenosîda Helebçeyê hemû qesas û alîgirên vê jenosîdê rûreş dikin.

Em bangî Netewên Yekbûyî (UN) û hemû dewletên cîhanê yên di dema jenosîdê de û heta îro li hember vê tawanê kerr û lal mane dikin da ku dawî li vê bêdengîya xwe bînin û jenosîda Helebçeyê qebûl bikin.

Em şehîdên Helepçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.

16.03.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

 

pa1.jpgpak6-004.jpgpak8-001.jpgpak-006.jpgpak2-018.jpgpak3-016.jpgpak9-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin