PAK: Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bi giramî bi bîr tînin

PAK: Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bi giramî bi bîr tînin

.

A+A-

"Di Temmûza 1993yan de li Sêwasê Şahîya Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vê şahîyê bibûn.

Di roja 2yê Temmûza 1993yan de qalabalixîyeke mezin êrîşeke ne mirovane birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê de 33 Reweşenbîr û hunermed û 2 xebatkarên Hotêlê hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.

Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk re dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.

Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.

Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatin vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine aşkere kirin, nehatine ceza kirin.

Em qesas û êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.

Em di 28emîn salvegera vê qetlîamê de, qurbanîyên qetlîamê bi giramî bibîr tînin."

02.07.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

pak1-012.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin