PAK: Em 75emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

PAK: Em 75emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di 75. salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek belav kir 

Peyama PAKê wiha ye:

PDK di 16yê Tebaxa 1946ê de hate ava kirin û îro 75emîn salvegera damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ye.

Gava ku em behsa PDKyê dikin di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe , bêyî westan , bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.

PDK, berdewamî û beşeke têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ye.

PDK, hîmeke esasîye di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî de.

PDK aktorê Peymana Otonomîyê ya 1970yî ye.

Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê ku îro rûmeta me hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye. PDK yek ji damezranerên esasî yê vê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.

PDK, hurmetkar û bar hilgirekî wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.

Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê , herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî di geş kirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.

Em di wê bawerîyê de ne , jibo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin, jibo ku gelê me bikaribe azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze.

Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, jibo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî, û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.

Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî em 75 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikin.

Em di 75emîn salvegera damezrandina PDKyê de rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

16.08.2021

Buroya Çapemenî û Raghandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin