PAK: Di 78emîn salvegera bûyera 33 Guleyan de hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê hîna jî nehatîye guhertin

PAK: Di 78emîn salvegera bûyera 33 Guleyan de hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê hîna jî nehatîye guhertin

.

A+A-

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

"Di 78emîn salvegera bûyera 33 Guleyan de hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê hîna jî nehatîye guhertin

Di Tîrmeha 1943 de li navçeya Ozalp a Wanê bi hoyê ku qaçaxçîtî kirine 40 gundî têne binçav kirinê. Dadgeh 5an ji wan digire û yên din azad berdide.

Serleşkerê Ordîya 3yemîna Dewleta Tirkîyeyê Mustafa Mûxlalî vê biryara dadgehê hezim nake û şeva 30yê Tîrmeha 1943yan bi îdîaya ku qaçaxçîtîya heywanan kirine, di nîvê şevê de davêje ser malan û ji wan gundîyên ku Dadgehê wan serbest berdabûn, 33 gundîyên bê sûc û bê guneh digire dibe Gelîyê Sefo dest û çavên wana girêdide bi emrekî li wê derê wan gulebaran dike.Yek jê bi saxî difilite, 32 kes têne kuştin..

Herçend kesekî ku bi birîndarî rizgar dibe û bûyerê digihîne meqamên berpirs jî, tu encam jê nayê girtin.

Ev bûyera ku bi awayekî serlê tê girtinê, di salên pêş de ji alîyê hinekî parlamenteran ve tê rojevê. Li ser pêşnîyaza van parlamenteran lêpirsîn li TBBMyê(Meclîsa Tirkîyeyê) tê qebûl kirinê.

Di derbarê berpirsên leşkerî û sivîl lêpirsîn destpê dibe. Di doza leşkerî ya ku hemî bersûc têdene de, Orgeneral Muxlalî dayîna emrê gulebaran kirinê qebûl dike, ji ber temenê wî yê zêde cezaya wî tê kêm kirin û bi 20 sal cezaya hepsê tê cezakirinê. Lê dadgeha Leşkerî dozê xira dike; lê hêj doza nû destpê nake Orgeneral Muxlalî di (71 salî) ya xwe de di 11 Berfanbar a1951de di hepisxanê de dimire. Ev mijara ku di 12 Sibat a 1956 û 25ê Sibat a 1956 di Meclîsa Tirkîyeyê tê rojevê, li ser rapora Komîsîyona Lêpirsînê û hevdîtina Meclîsê ji ber derbasbûyîna demê û qanûnên cûrbecûr yên efûyê doz tê girtinê.

Ev înfaza bê daraz ku di dîrokê de wek bûyera 33 Guleyan tê binav kirinê, ne ya yekem û ne jî ya dawîyê ye ku gelê Kurd tûşî bûye.

Dewleta Tirkîyeyê piştê bûyera 33 Guleyan jî bi awayên cûrbecûr sîyaseta pişaftin, înkar û jiholêrakirinê domandîye û ji alî Dewleta Tirkîyê ve rê ji kuştina bi hezaran Kurdan, bi hezaran şewitandin, rûxandin û valakirina gundan re hatîye vekirin.

Di 78emîn salvegera Bûyera 33 Guleyan de , em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku ji ber hemû qetlîamên li ser gelê Kurd pêk anîyê lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze."

30.07.2021

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

muglali.jpg33.jpgpak2-037.jpgpak4-043.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin