PAK Batman: "Em Şêx Evdirrehîm û hevalên wî bi rêzdarî bibîrtînin.’’

PAK Batman: "Em Şêx Evdirrehîm û hevalên wî bi rêzdarî bibîrtînin.’’

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) şaxa Batmanê di selvegera welatperwerê Kurd Şêx Evdirrehman û hevalên wî de bibîranî.

A+A-

PAK Şaxa Batmanê:

Şêx Evdirrehim di 1897an de li Xinisê li gundê Kolhîsar hatîye dinê.Kalê wî Şêx Elî Septî nexşîbendî ye û li herêma Meletî,Xarpêtê,Erzirom,Amed, Çewlig û Muşê medreseyên heyî rêvebirê wan medreseyan bu. Bavê Şêx Ebdirrehim Şêx Mahmut Fevzî bu û ew jî kurê Şêx Elî Palewî bu. Ji şeş birayê Şêx Seîd ê herî biçuk Şêx Evdirrehim bu.

Di tevgera neteweyî ya 1925an de cî girtîye û heya dawi serleşkerîya hêzên çekdar kirîye.Piştî ku tevgera neteweyî ya 1925an têk çu jî pênc sala wek gerîlla bi lehengî tekoşînê berdevam kirîye.Û paşî heya 1937an de li Binxetê dimîne.

Di 1937an de ku Serhildana Dersîmê destpê dike ; Şêx Ebdirrehim tevî hevalê xwe tên Serxetê ku careka din serhildanê geş bikin û pişgirîya serhildana Dersîmê bikin. Wexta ku tên dora gundê Sînanê a Bismilê sîxurên herêmê pê dihisin û sixurek jî hevalêkî wan bu. Ew xaîn Yüzbaşî Zîya Dersimî bu.Bi agahdarîya wan xaîn û sîxuran(Yuzbaşî Zîya Dersîmi,Muxtarê Salatê,û sîxur Emerê Koperî) Alaya Amedê û Merdînê bi sê hezar leşkeran wan dorpêç dikin ,şer û pevçun dest pê dike.

Ev şer û pevçun du ve dirêj berdewam dike u leşkerê tirkan bi hovane agir berdidin zad û zevîyên wê deştê. Û ew pakrevanên Kurdistanê tên şehîd kirin.Li gor tê zanîn di 17ê tirmehê de dora wan tê dorpêçkirin şer û pevçun heya 18 û 19ê tirmehê berdevam dike.

Ji gundê mirkulanê Şêx Mehmet Can(Xwedê jê razî) gundê der û dorê agahdar dike û bi merasimeke girseyî Şêx Evdirrehim defn dikin.Paşî qereqola Bismilê tên gora Şêx Ebdirrehim xera dikin. Lê bi banga Şêx Mehmet Can ku dibeje”Ji bo xwedê bila gora vî hêjayî her tim diyar be, wenda n be” ew bang û wesîyet bi cî hat û va ye em li ser gora nemir in….."

Şehîdên 17.07.1937 an

1-Şêx Evdirehimê Paloyî

2-Şêx Mizbeh Qamişlo

3-Cemîlê Seyda Lîcî

4-Hecî Teyîp Lîcî

5-Xalid Şerîf Lîcî

6-Evdilsemed Lîcî

7-Mihemedê Xatê Lîcî

8-Mele Hemdullah Lîcî

9-Selahaddin Seyîdxan

10-Huseyîn Beg Sawur(yuzbaşi)

11-Elî Beg Sawur(yuzbaşî)

12-Mistafa Beg Sawur(yuzbaşî)

13-Hesen Axayê Paloyî

14-Silê Solikî Merdîn

15-Serres Baxistanî

16-Hilmî Begê Muşî

*****Zîya Begê Dersîmî(yuzbaşî) (Ev cehşê xaîn gilîyê hevalên xwe kir û bû sedema şehadeta wan.)

3-113.jpg

4-088.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin