Ozmen ê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: Ez ê bêdeng nemînim   

Ozmen ê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: Ez ê bêdeng nemînim  

.

A+A-

Suleyman Ozmen ê kurdê êzidî ku di sala 1979'an ji bêgavî ji Midyadê koç kiribû, gava xwestibû vegere gundê xwe hin kesan êriş biribû ser wî. Ozmen, anî ziman ku ji sala 2003'yan ve hewl dide vegere gundê xwe, lê belê tim tê astengkirin. 

Suleyman Ozmen ê (65) kurdê êzidî, di sala 1979'an de ji bêgavî ji gundê xwe Kfernas ê navçeya Midyad a Mêrdînê koç kiriye. Di 12'ê Sibatê de gava xwestiye vegere gundê xwe hin kesan êrîş biriye ser wî. 
 
Nîzamettîn Çelebî ku îdia dike xwediyê gund e, tevî xizmên xwe û hin cerdevanan êriş biriye ser Ozmen. Di êrişê de dîwarê hewşa Ozmen ku nû çêkiriye, bi kemçeyan hatiye xerakirin. Her wiha di êrişê de mil û pêyên Ozmen jî birîndar bûne. Ozmen, giliyê van kesan kiriye û ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê daye. 
 
‘GUNDÊ MIN HATIYE DAGIRKIRIN' 
 
Ozmen, diyar kir ku xaniyê xwe yê li gund ji nû ve çêkiriye û xwestiye lê bimîne, lê belê ev kesên navborî hatine cem wî û zirar dane xaniyê wî. Ozmen, anî ziman ku di sala 1979'an de ji bêgavî ji gund derketiye û tahde lê hatiye kirin. Ozmen got: "Ji min re gotin, 'Çi îşê te li van deran heye. Ez ê te bikujim.'" Ozmen, destnîşan kir ku bi vî awayî ji gund hatiye qewirandin. 
 
Ozmen, bilêv kir ku di sala 2003, 2004 û 2005'an de jî hewl daye vegere gund, lê belê heman kesan êriş biriye ser wî û wê demê ji ber êrîşan 3 hefteyan li nexweşxaneyê tedawî bûye. Ozmen, destnîşan kir ku heya niha li ber vê tahde û zulmê deng nekiriye, lê belê ji niha pê de wê bêdeng nemîne û got: "Heger dewlet hebe, heger mafên mirovan hebe, wê ev kes bên cezakirin." 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin