Özçelik: Em 74emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

Özçelik: Em 74emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik bi peyamekê salvegera damezrandina PDKyê (Partî Demokrat a Kurdistanê) pîroz kir.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik bi peyamekê salvegera damezrandina PDKyê (Partî Demokrat a Kurdistanê) pîroz kir.

Peyama Mustafa Özçelik wiha ye:

“16yê Tebaxa 2020an 74emîn salvegera damezrandina PDKyê (Partî Demokrat a Kurdistanê) ye.

Damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ya di 16yê Tebaxa 1946an de,  di meşa azadîya Kurdistanê de merhaleyeke nû bû ku berdewamîya têkoşîna azadîya Kurdistanê ya nêzîkî 150 salî bû.

Gava ku em behsa PDKyê dikin di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe, bêyî westan, bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.

PDK(Partîya Demokrat a Kurdistanê), hîmekî esasî yê têkoşîna azadîya Kurdistanê ye.

PDK,  berdewamîya têkoşîna Babanan, Mîr Mihemed, Bedirxanîyan, Şêx Ûbeydulah e.

PDK, berdewamîya têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Mehmûd Berzencî, Simko Axayê Şikakî ye.

PDK, berdewamîya têkoşîna Komara Kurdistanê ya li Mehabadê ye.

PDK,  xwedî û nûnerekî bingehîn ê ked, û xebat û bedel û şehadeta bi sedhezaran Kurdistanîyan e.

PDK, aktorê esasî yê damezrandina Peymana Otonomîya 1970yî ye.

PDK, hîmekî esasî yê damezrandina Dewleta Federe ya  li Başûrê Kurdistanê  ye.

PDK, di rêxweşkirin û xwedîlêderkirina  îradeya %93yê ‘Belê’ ya Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê de aktorekî esasî ye.

PDK, hîmeke esasîye di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî ye.

PDK, hurmetkar û bar hilgirekî esasî yê  wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.

Xebata PDKyê ne bes  li Başûrê Kurdistanê, herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî di geş kirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.

Em jî wek PAK xwe berdewamîya wê doza Şêx Seîd , Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanîyê nemir dibînin.

Em di  wê bawerîyê  de ne, jibo ku  li her sê perçeyên din  ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê  bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin, jibo  ku gelê me bikaribe  azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze.

Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, jibo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê,  bi fedekarî,  bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî, û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û  rola xwe ya heyî dê berdewam bike.

Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê,  74 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikim.

Ez di 74emîn salvegera damzrandina PDKyê de rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînim.

Serokê Birêz , bi minasebeta 74emîn salvegera damezrandina PDKyê, ez serkeftinê ji cenabê we  yê ku pêşmerge, serfermandar, endezyar, têkoşer û rêberê doza azadîya Kurdistanê ye re dixwazim. Serkeftinê ji  hemû pêşmergeyên qehreman re û  ji hemû rêvebir û endam û alîgirên PDKyê re dixwazim.

Li gel rêzên xwe.

15.08.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

1-121.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin