Özçelik 75emîn salvegera damezrandina HDK-Îranê pîroz kir

Özçelik 75emîn salvegera damezrandina HDK-Îranê pîroz kir

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)Birêz Mustafa Özçelik bi minasebeta 75emîn salvegera damezrandina HDK-Îranê peyamek ji Berpirsê Giştî yê HDK-Îranê Birêz Mustafa Hîcrî re Şand...

A+A-

 

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)Birêz Mustafa Özçelik bi minasebeta 75emîn salvegera damezrandina HDK-Îranê peyamek ji Berpirsê Giştî yê HDK-Îranê Birêz Mustafa Hîcrî re Şand...

Peyama Mustafa Özçelik wiha ye:

Birêz Kak Mustafa Hicrî

Berpirsê Giştî yê HDK-Îranê(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê)

Em 75emîn salvegera damezrandina HDK Îranê pîroz dikin

HDK-Îran di 16ê tebaxa 1945ê de li Mehabadê bi serokatîya Pêşewa Qazî Muhammed hat damezirandin.

HDK-Îran(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê) îro 75emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike.

HDK-Îran a ku li ser hîmê Komeleya Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê ava kir û rêveberîya wê kir.

HDK-Îran eve 75 sal e hêzeke esasî ye ku têkoşîna miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye roja îro.

HDK-Îran partîya Pêşewa Qazî Mihemed, partîya şehîdên nemir Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye û eve 75 sal e bi hişmendî û sîyaseta xwe ya netewî, niştimanî , welatperwerane, wek aktorekî esasî li Rojhilatê Kurdistanê , doza azadîya Kurdistanê dimeşîne, barêkî bi rûmet hildigire.

HDK- Îran di têkoşîna azadîya Kurdistanê de bi hezaran şehîd û bedel daye. Lê tu carî ala azadî û têkoşînê li erdê nexistîye.

Wê Alaya Rengîn a Komara Kurdistanê gava li Mehabadê li ba dida, weke bayê azadîyê tesîra xwe li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî dikir.

Îro jî ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir, bi xebat û têkoşîna pêşmerge, têkoşer û kedkarên doza azadîya Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî li ba dide.

Me duhî jî îro jî têkoşîna xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê her wek têkoşîna xwe dîtîye. Di vê têkoşîna pîroz de, em bi her awayî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne. Û tu şika me jê tuneye ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê dê azadîya xwe bidest bixe.

Ez di 75emîn salvegera damzrandina HDK-Îranê de rêberê gelê Kurdistanê Peşewa Qazî Mihemed, şehîdên nemir Dr Qasimlo û Dr Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînim.

Ez bi bawerî û bi hestên xwe yên netewî, niştimanî û birayane, li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê, ji Bakurê Kurdistanê 75emîn salvegera damzrandina HDK-Îranê pîroz dikim.

Birêz Kak Mustafa Hîcrî, bi minasebeta 75emîn salvegera damezrandina HDK-Îranê, ez serkeftinê ji cenabê we re, ji hemû pêşmergeyên qehreman re û ji hemû rêvebir û endam û alîgirên HDK-Îranê re dixwazim.

Li gel rêz û silavên xwe yên birayane

16.08.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê


3-118.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin