Olof Palme bi semînerekê hat bîranîn.

Olof Palme bi semînerekê hat bîranîn.

KOMKAR-Swêd li Kitêbxaneya Kurdî, li Stockholmê bi semînerekê 34 saliya kuştina Olof Palme serokwezîré berê yê Swedé bi bîr anî.

A+A-

KOMKAR-Swêd li Kitêbxaneya Kurdî, li Stockholmê bi semînerekê 34 saliya kuştina Olof Palme serokwezîré berê yê Swedé bi bîr anî.

Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpayê, KOMKAR/EU  Kovan Amedî, li ser bibîranîna Olof Palme axaftinek pêşkeş kir û  got; 

“KOMKAR dixwaze bide nîşandan ku Kurd dostê dostê xwe ne. Rêzgirtinek mezin dide dostayetî û piştgiriya dostên Kurdan. îro me bi dostek wek Olof Palme dest pê kir. Lê em dizanin ku di nav partiyên Swêdî da gelek dostên me yên din jî hebûn û henin. Wezîra derve ya kevn Anna Lindh, Ji partiya Çep wek parlamenter Oswald Soderkvist û CH Hermansson, nuha jî wezîra derve ya Swêdê Ann Linde, parlameter Tomas Hammarberg, ji Partiya Liberal parlamenter Maria Leissner û Fredrik Malm, ji Partiya Moderata Margareta Cederfelt û her wisa di nav hunermendên Swêdî da jî gelek dostên kurdan henin. Ji ber piştgiriya wan ji bo kurdan, em spasiya wan jî dikin. ”

Di semînerê de, dîrokzan, Henrîk Berggren, behsa jiyana Palme ya civakî, siyasî û siyaseta wî ya netewî, navnetewî û piştgiriya wî ya ji bo gelên bindest kir. Henrîk Berggren pirtûkek ya  bîyagrafî ya Olof Palmeyê jî nivîsiye.

Bergren balê kişand ser kesayetiya Olof Palme ku ji çîna maldar hatiye û bûye serokê Sosyaldemokratan. Li ser têkiliyên Olof Palme yê navnetewî û piştgirîya wî ya  navnetewî sekinî. Behsa malbata Palme kir û got, malbata wî  çend cîl bav û kalên wî di hêla zimanên biyanî û têkiliyên tîcarî de pêşde bûne.

Vîldan Tanrikulu, li ser ”Olof Palme, ji bo Kurdan tê çi wateyê ” sekinî , li ser Olof Palme, nirx û hêjahîyên wî û piştgirîya Olof Palme ji bo gelê Kurd sekinî. Wek mîsal dema vekirina kreşa (baxçeyê zarokên biçûk) zarokên Kurdî li Swêdê, dewleta Tirkiyê protestokiribû, dema Hikumeta Palme bû. Dewleta Swêdê protestoya dewleta Tirkiyê bi protestoyek gelek tund bersivand.

V. Tanrikulu balê kişand ser kadir û şagirtên Palme ku heta nuha jî aktîf rêveberiya piştgiriya Kurdan dikin.

Roza Kurdî-Stockholm-Rûpela Nû

whatsapp-image-2020-03-01-at-18-44-51.jpeg

whatsapp-image-2020-03-01-at-18-46-51.jpeg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin