OECD: Tirkîye di perwerdeyê de li paş maye

OECD: Tirkîye di perwerdeyê de li paş maye

Rêxistina Geşedana Ekonomîk û Hevkarîyê(OECD) rapora 2018ê ya PISAyê(Rêxistina Helsengandina Xwendekaran ya Navneteweyî) amade kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Geşedana Ekonomîk û Hevkarîyê(OECD) rapora 2018ê ya PISAyê(Rêxistina Helsengandina Xwendekaran ya Navneteweyî) amade kirîye.

Lêkolîn li 79 welatan hatîye kirin. Tirkîye di rêza 31. de vih girtîye. Sala 2015ê di nav 70 welatan de Tirkîye bûbû welatê 50yê.

Ji bo rapor bê amadekirin li 186 dibistanan 6 hezar û 890 xwendekar ketine ezmûna PISAyê.

Bi temamî zêdetirî 600 hezar xwendekarên ji 15 salîyê biçûktir ên 79 welatan ketine heman ezmûnê. Tirkîye di dersên Matematîk, Fen û Xwendinê de bi pêş ketîye lê hê jî li gor jimara giştî li paş e.

Çavkanî: Bianet

 

1-044.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin