Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin

Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin

.

A+A-

 Rêveberên Odeyên Tabîban ên Amed û Rihayê serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên li pêş Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin kirin. Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Osman Yuksekyayla anî ziman ku nobeta edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar a li pêş edliyeyê hem wijdana Rihayê hem jî ya Tirkiyeyê diêşîne.
 
Dayika Emîne Şenyaşar a di encama êrişa parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirin, ligel kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9’ê adarê û vir ve, li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” di çalakiya nobetê de ne. Endam û rêveberên Odeyên Tabîban ên Amed û Rihayê di roja 33’yemîn a nobetê de serdana malbatê kirin.
 
Parêzerê malbatê Gokhan Dayik derbarê tiştên li kargehê qewimîn û encama darizandinê de şandeyê agahdar kir û wiha got: “Beriya niha me bi serdozgeriyê komarê re hevdîtinek kir. Serdozger wê demê îtîraf kir ku di bin zextên siyasî de ye. Pişt re jî ji peywîrê hat girtin.” Dayik diyar kir ku di lêpirsîna derbarê tiştên li nexweşxaneyê qewimîn de jî 23 kes hatine tespîtkirin û lê hêj tu gumanbar nehatine girtin. 
 
‘WIJDANA MIROV DIÊŞÎNE’
 
Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Osman Yuksekyayla yê di seredanê de axivî diyar kir ku nobeta edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar a li pêş edliyeyê hem wijdana Rihayê hem jî ya Tirkiyeyê diêşîne û wiha got: “Hemû cîhan tiştên tên jiyîn dibîne. Rojekê teqez wê edalet pêk were. Em jî heta ku ji destê me tê, em ê şopdarên pêvajoyê bin. Ji ber ku tiştên li nexweşxaneyê qewimîn odeya me ya pîşeyî jî eleqedar dikin.”
 
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran jî xwest ku rojek berî rojekê edalet pêk were. 
 
‘DIXWAZIN ME TENÊ BIHÊLIN’
 
Dayika Emîne Şenyaşar jî da zanîn ku herkes bi awayekî hesan dikeve avahiya edliyeyê û bi gotinên “Me ji xwestina edaletê zêdetir çi kiriye? Çi ji me dixwazin?” bertek nîşanî astengkirina wan a ketina avahiya edliyeyê da. 
 
Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku polîs kesên tên seredana wan di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas dikin û bi dîmen kişandina ji nêz ve kesên tên tacîz dikin. Şenyaşar got polîs dixwazin mirovan aciz bikin û wan tenê bihêlin.
 
Piştî seredanê polîsan kesên çûne seredanê di kontrola GBT’ê re derbas kirin û demekî dirêj dan sekinandin. Serok û rêveberên odeyan li dijî vê pêkanîna polîsan bi gotinên “Hûn me hemûyan nas dikin, ev çi pêkanîneke kêfî ye, hûn bi kêfî tevdigerin” bertek nîşanî polîsan dan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin