NY: Rewşa Iraqê geheştîye astekî metirsîdar

NY: Rewşa Iraqê geheştîye astekî metirsîdar

Nûnera taybet a sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) ragehand, ku rewşa Iraqê û bikaranîna tundîya li dijî xwepêşanderan geheştîye astekî metirsîdar.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro 30.01.2020ê nûnera taybet a sekreterê giştî ya NYê li Iraqê UNAMI Jeanine Hennis-Plasschaer bi beyanameyekî de daxwaza çaksazîyên bingehîn bo pirsgirêkên Iraqê û dawî anîna tundîya dijî xwepêşanderan kir.

Jeanine Hennis-Plasschaer dibêje eger tundî li hember xwepêşander berdewam be, wê demê dawî bi pirsgirêkan nayê û qurbanîyên zêdetir dê çêbin.

Herwaha hikûmet û hêzên ewlehîyê û leşkerên Iraqê jî hişyar kir û ragehand, kuştina berdewam a ciwanên xwepêşander nayê qebûl kirin.

Jeanine Hennis-Plasschaer amaje bi wê yekê jî kir, ku bikaranîna tundîyê û çek li hember xwepêşanderên Iraqê geheştîye astekî metirsîdar û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, rêz li mafên xwepêşandanên aştîyane bigre.

Nûnera taybet a sekreterê giştî yê NYê daxwaz dike çareserîyekî sîyasî bo rewşa naha ya Iraqê û bicîhanîn daxwazên xwepêşanderan re bê dîtin.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin