NY: Li bakurê rojavayê Sûrîyê 900 hezar kes koçber bûne

NY: Li bakurê rojavayê Sûrîyê 900 hezar kes koçber bûne

Neteweyên Yekbûyî ragehand, hejmara koçberan li bakurê rojavayê Sûrîyê gehiştîye 900 hezar kesan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Alîkarê sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karubarên mirovî, Mark Lokok ragehand, ji 2019 ve û heya niha 900 hezar kes li bakurê rojavayê Sûrîyê koçber bûne û piranîya wan jin û zarok in.

Herwaha got: Ew koçber di rewşeke gelek xirab de dijîn û êdî kamp jî nikarin wê hejmara mezin bihewîn in.

Lokok, daxwaza rawestandina şer kir li wê deverê û got, zanyarî ji wan re çûne, ku kampên koçberan jî dibine armanca êrîşan; lewma divê şer demekî kurt de raweste.

Herwaha ragehand: Kesên ku di warê mirovî de jî kar dikin hatine kuştin û koçber bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin