NY: Kuştina xwepêşanderên Iraqê krîza bawerîyê çê kirîye

NY: Kuştina xwepêşanderên Iraqê krîza bawerîyê çê kirîye

Şandera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderên sivîl û bicihnekirina sozên hatine dayîn, bûne sedema ku krîza bawerîyê çê bibe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Jeanine Hennis-Plasschaert di daxuyanîyekê de ragihand, di mehên dawîyê de bi sedan hezar xelkê Iraqê derketin kolanan ji bo derbirîna hêvîyên xwe bo pêşerojeke baş û bê gendelî û dûrî berjewendîyên partîtî û destêwerdana derveyî. Herwiha piştî kuştin û birîndarkirina xwepêşanderên sivîl û bicihnekirina sozên hatine dayîn, bûne sedema ku krîzek di bawerîyê de dirust bibe.

Got jî: Piştî du mehan ji destvekişandina Serokwezîrê Iraqê, hîna serkirdeyên sîyasî nikarin lihev bikin û bi pêş ve biçin. Di demekê de mikurhatin ji hemû alîyan ve hebû, ku pêwîstî bi çaksazîyên bilez heye. Dema wê hatîye ku sozên hatine dayîn, bicih werin.

Amaje bi wê jî da, her pêngavek ji bo çareserkirina daxwazên xelkê hatine avêtin û bidawî nebin, dê bê sûde bin.

Dîyar kir jî, alozîyên vê dawîyê yên li ser asta herêmê, bûne sedema girîngî bi karên navxweyî yên bidawî nebûne kêm bibe. Divê pêşhatên jîyosîyasî nekevin pêş bicihkirina daxwazên xelkê Iraqê yên rewa.

Jeanine Hennis-Plasschaert giringî li karê hikûmetê yê parastina xwepêşanderan kir û got: “Serkotkirina xwepêşanderên sivîl nayê qebûlkirin.

Herwiha daxwaz ji xwepêşanderan kir jî, divê bi rîyên aştîyê pabend bin û dûrî karên tundûtûjîyê bibin û dam û dezgehên giştî jî biparêzin.

 

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin