NY ji Îranê daxwaza hilweşandina cezayê bidarvekirina girtiyê Kurd dike

NY ji Îranê daxwaza hilweşandina cezayê bidarvekirina girtiyê Kurd dike

.

A+A-

 Raportor û Karnasên Bilind yên Neteweyên Yekbûyî ji Îranê daxwaza hilweşandina cezayê bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî dikin.

Li gorî raportê, tevî ku dadgehê qebûl kir ku Qurbani qet çekdar nebûye, ji ber serhildana çekdarî ya li dijî dewletê hate mehkûmkirin û di Çileya 2020an de ji hêla dadgehê ve bi îdamê hat mehkûmkirin.

Raportor û Karnasên Bilind yên Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniyeke hevbeş de eşkere dikin, metirsiya bidarvekirinê li ser girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî heye ku sala 2016ê bi tohmeta beşdarbûn di kuştina 3 endamên hêzên besîc de hatiye girtin.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin, di dadgekirina Heyder Qurbanî de, pîverên dadgeheke dadperwerane li berçavan nehatiye girtin. Daxwazê dikin Îran bilez wê cezayê ragire û li gorî peymannameyên navdewletî careke din bê dadgehkirin.

Herwiha Raportor û Karnasên Bilind yên Neteweyên Yekbûyî dibêjn, ew dilgranî vê yekê ne ku di bin îşkenceyê de danpêdana Heyder Qurbanî hatibe wergirtin.

Raportor amaje kirine ku dadgeha Sinê, bi tohmeta êrîşa çekdarî li dijî desthilatê cezaya bidarvekrinê bi ser wî girtîyî de sepandiye, di demekê de Heyder Qurbanî endamê tu komke siyasî nîne û tu caran jî çekdar nebûye.

Tevî ku dadgehê qebûl kir ku Qurbani qet çekdar nebûye, ji ber serhildana çekdarî ya li dijî dewletê hate mehkûmkirin û di Çileya 2020an de ji hêla dadgehê ve bi îdamê hat mehkûmkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin