Nûrî Reşo: Efrîn bêxwedî maye û ji Kurdistanê tê qûtkirin

Nûrî Reşo: Efrîn bêxwedî maye û ji Kurdistanê tê qûtkirin

.

A+A-

Endamê Bêrê yê Emîndariya Giştî ya ENKSê Dr. Nûrî Reşo dibêje, “Efrîn bêxwedî maye û bi awayekî sîstematîk binpêkirin li Efrînê hene bo ku ji Kurdistanê bê qûtkirin. Niha dîroka miletekî winda dibe.”

Endamê Bêrê yê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Dr. Nûrî Reşo beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û behsa rewşa Efrînê û metirsiya li ser wî bajarê Rojavayê Kurdistanê kir.

Dr. Nûrî Reşo rexne li helwesta ENKSê girtin û ragihand, “Em hatin derxistin. Nûnerên Efrîn û Kobanî di nav ENKSê de tune ne. Sedemên siyasî hene, ew jî divê bersiva vê pirsê bidin ku çima nûnerên Efrînê tune ne. Eger ENKS nûnertiya Efrîniyan neke, çima daxwaz ji ENKSê bê kirin ku mafên Efrîniyan biparêze!”

Li ser daxwazên Efrîniyan jî Nûrî Reşo got, “Divê zext li ser Tirkiye û çekdarên li Efrînê bê zêdekirin. Divê rê bên vekirin ku xelkê Efrînê vegerin ser cih û warên xw û di kampan de nemînin. Rojane binpêkirin hene, ji heywanan heta însanan, ji dar heta kevir, kevirên ser miriyên me radikin, malên me xerab dikin hesin dibin Tirkiyê li pêş çavê her kesî, mixabin kes behs nake…”

Nûrî Reşo ku endamekî berê yê ENKSê ye, derbarê helwesta ENKSê li hember Efrînê dibêje, “Hevalên me yên ENKSê dibêjin, `Efrîn nehatiye dagirkirin`” û li ser kiryarên çekdaran jî got, “Ev bûn 3 sal (Efrîn) di destê çekdaran de ye… wek çekdar, Ereb, Îxwanî Muslîm xuya dikin, lê li pişt wan Tirk hene. Ti kes nikare bêyî Tirkiyê karekî bike. (binpêkirin) sîstematîk in, tirban xerab dikin, dar di Efrînê de nehiştin, malan xerab dikin, xelkê digirin… (kiryar) ne şexsî ne, sîstematîk in.”

Reşo dibêje, ew wek Efrînî xebateke berfireh li navxwe û derve birêve dibin û tekez dike, “Li Efrînê keç û xort nehiştin, xwendin bi Tirkî ye, perê Tirkî belav dikin, ala Tirkî li her cihekî ye. Ev sîstematîk e, jenosîdekê bikin, demografiyê biguehrin û beşekê ji Kurdistanê qût bikin. Ev rastiyek e ku divê em bêjin. Dîroka miletekî winda dibe, ne ya şexs an partiyekî, ya netewekê.”

Di dewama axaftina xwe de Dr. Nûrî Reşo ku kesaytekî naskirî ye, dibêje, “Bangewaziya me bo her çar perçên Kurdistanê ew e ku ev tişta niha dibe dê li cihekî din jî bibe, eger em bêdeng bibin dê bibe.”

(Rûdaw)  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin