Nûrî Malikî: Amerîka dixwaze Îranê ji Iraqê derxe

Nûrî Malikî: Amerîka dixwaze Îranê ji Iraqê derxe

Serokê Hevpeymanîya Dewleta Yasa Nûrî Malikî derbarê serdana Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê de ragihand; ev serdan weke ku tê propagandakirin, ne serdaneke dîrokî ye, “ez jî pênc caran çûme Waşintonê”.

A+A-

Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymanîya Dewleta Yasa û Serokwezîrê berê yê Iraqê, di hevpeyvînekê de ligel kanala televîzyona Iraqî, giringîya serdana Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê weke kêm nîşan da û got: “Ez jî pênc caran çûme Waşintonê, ev serdan weke ku tê propagandakirin, ne serdaneke dîrokî ye.”

Serokê Hevpeymanîya Dewleta Yasa dibêje: “Amerîka dixwaze Îranê ji Iraqê derbixe, lê belê serbazgeheke Îranê li Iraqê tine ye, tenê peywendîya sîyasî di navbera Bexda û Tehranê de heye, an dixwaze Heşda Şeebî ji holê rake, ev jî mijareke navxweyî ya Iraqê ye.”

Ev gotinên Nûrî Malikî di demekê de ye; duh 18ê Tebaxa 2020an, Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke fermî gihişte Amerîkayê û îro ligel rayedarên Amerîkayê dest bi civînan dike. Herwiha biryar e, sibe jî bi Donald Trump, Serokê Amerîkayê re hevdîtinekê pêk bîne.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin