Nurî Aldur: Bîjî Pêşmerge

Nurî Aldur: Bîjî Pêşmerge

.

A+A-

Nurî Aldur

Îslamîstan di van rojên dawîda gelek pêșmerge ú kurdên sivîl kuștin, em sersaxiyê bo malbat, xizm, hukûmet û gelê Kurdistan dixwazin û bo wan/me tevan  sebr û xêrê hêvîdikin.

Nokteke dîyar û hișkere ye ku îslamîstan (daeș, al qaîda, al nusra û gelek șaxên din yên  van barbaran) dijminatîya neteweya  kurd bo xwe kirine armanc û hedef  û  ev ne tiștekî nû ye  jî. Ew xwedî  biryarin ku felsefe û hareketa gelê kurd  têk bibin û îmhabikin. Me ev kîn û nefret a wan/dijminatîya wan,  di sala 2004 an de di dema ku li Hewlêrê ji sedî bêhtir kader û serokên  kurdan (di nav qurbanan de Sami Rahman û kûr ê wî kû ji Ingilîstan bo zîyaretê hatibû walêt jí hebûn) qetlkirin dît. Me li gelek  derên din yên  bașûrî  Kurdistan ku  wan pêșmerge ú kesên sivíl qetlkirin dît. Dest avêtin namûsa xwișk û bra, dê û bav, metik û xaltîk, ap û xal, keç û kurên me yî  Șingalê û bi hezaran kesên me qetlkirin û hêjî bi hezaran hundana û di desté van dijminandene. Ma ka dijminatîya ji vê mestir? Û di dijminatîyêde dilșewatî, îinsanîyetî û ya hê giringtir minet  nîne.  Alî û Amer, Îsa û Mûsa, Mihemed û Ebûbekir û Hesen û Hiseyn - hemû  cîrok û cîvanokin.

Van dijminan xwestin Koban ê jî  bigrin, wan di got ew  xelekeke zeîfe, ewên bikaribin zû bigrin. Lê bi șerekî  cengewarî keç û lawên me yi kurdên Rojava bi arîkarîya dostan pișt li wan șikandin, Koban a xwe parastin  û nav ê xwe li dinyayê belavkirin. Li vir jî bi deh hezaran xortên me yî delal hatin qetlkirin bi destên van  dijminan. Li ser van qahraman û șehîdên me gelek pirtuk, tîyatro. filîm hatina afirandin û ked  û navên wan li cîhanê belavbû. Gotina  me yî meșhûr ku dibêt ”Zêr zanit, zor zanit – devê tivinga mor zanit” di cih ê xwe de ye. Eger neteweyek xwe organîze nekê, bo dewletbûnê  tekoșînê nekê û nebê xwedîyê cih û war ê xwe,  ewên  her tim stûxwar, li ber derîyên xelkêndin mîna sêwî û xulaman,  rezîl û perîșanbê.

Van dijminan li bakurî walêt jî, mîna hevrêyên xwe yî li bașur û rojava,  gelek kesênmeyî   bê suc û guneh  (cînayetên faîlî meçhûl di salên 1990 an de,  li Suruçê, li Amedê û li Ankarayê)  qetlkirin. Li bakur îspatbû ku ewan dijminan ne tené çend  îslamîstin, lê ewan li gel hûkumet û dewletênjî  di îtîfak û hevkarîyêdene. Bo wilo jî rol û sembola hûkumeta bașur  giringe û serbilindayîya me ye.  Serokatîya bașur soz û qewl dan ku tola șehîdan bistênin. Serokwezîrên me, yên birîndar li nexweșxanan zîyeretkirin. Evan temînatan û nîșan û sembolan  krîterên xwedî  lêderketina hemwelatîyane,  ewlekarîya kurd û krurdîstanîyana, kar û wezîfeyên hûkumet û dewletêne. Em bi hêvîne ku dewletbûna bașurî walêt,  wê bibe realîtekek rojek, Va ye ji nihade gelek krîterên dewletbûnê realîtene jî: ziman û kultur, coxrafya, bazara aborî, parlamento/hûkumet û ewlekarî/pêșmerge hene û di jíyanêdene.  Tenê îtîrafkirina dewleta Kurdistan ji  alîyên dewletêndin nehatîyakirin. Ew jî wê rojek çêbibit – EGER EM KURD AQILANA SÎYASET BIKIN: BI AWAKÎ DEMOKRATÎ YEKÎTÎYA XWE ÇÊBIKIN Û LI GEL DINYA MODERN DOSTANÎYÊ AVABIKIN –HELBET NE HÊSANA, LÊ NE XEM Û XEYELA JÎ.

Divêt em jibîr nekin ku zûrîyeta îslamîstan tevan (daeș, al qaîda, heșdî șabî, al nusra, hamas û huzbullah û grubên îslamîstên tirkan) dijminên gelê kurdin. Ewan me mîna aletên xerb dibînin/dijminê hebûna xwe dibînin û çavên xwe yî pîs berdana xaka Kurdistan. Divêt em li gel hûkumet a xwe yî bașur, bi dil û can, șerê van dijminan bikin û gelê xwe, walat ê xwe bi parêzin û yekemîn qûwet  ú organîzasyona ku bi vê wezifeyê rabêt û berpirsîyarê parastina gel û walêtê PÊȘMERGE YE.  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin