Nûnerê Sûrîyê: Pirsa Kurd li Sûrîyê nîne, li Tirkîyê heye

Nûnerê Sûrîyê: Pirsa Kurd li Sûrîyê nîne, li Tirkîyê heye

Serokê Şanda hikûmeta Sûrîyê ye li civînê Nur Sultanê, Beşar Caferî dibêje, “Li Tirkîyê pirsa Kurd heye, ti peywendîya Sûrîyê bi vê yekê ve nîne. Kurd beşekî dîrokî û erdnîgarî ne ji civaka Sûrîyê û em bi vê yekê şanaz in.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Sûrîyê li Netewên Yekgirtî (NY) ku di heman demê de Serokê Şanda hikûmeta Sûrîyê ye li civînê Nur Sultanê, Beşar Caferî dibêje, “Li Tirkîyê pirsa Kurd heye, ti peywendîya Sûrîyê bi vê yekê ve nîne. Kurd beşekî dîrokî û erdnîgarî ne ji civaka Sûrîyê û em bi vê yekê şanaz in.”

Li Nur Sultana paytexta Kazaxistanê, 14mîn cîvina garantorên Sûrîyê birêve çû û Serokê Şanda Hikûmeta Sûrîyê Beşar Caferî jî îddîa kir ku li Sûrîyê pirsa Kurd nîne û got ku ew daxwazên ji bo xweserîyê red dikin û ev daxwaz cudaxwazî ye.

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şedadî ya, “Gelo we pirsa Kurdî di gera 14emîn ya Astanayê de gotûbêj kir?” Beşar Caferî got, “Eger mebesta te pirsa Kurdî li Sûrîyê ye, ti pirseke Kurdî li Sûrîyê tine ye, pêkhateyeke sûrî ye Kurd, di nav civaka xwe de em şanazîyê pê dikin, ew beşeke ji dîrok û cografya me , serokomar li Sûrîyê hebûn bi eslê xwe Kurd bûn, serokwezîr li Sûrîyê hebûn bi eslê xwe Kurd bûn, mamostayên zanêngehê û fermandarên artêş û polîsan hebûn bi eslê xwe Kurd bûn.”

Di dewama bersiva xwe Caferî got, “Pirsa Kurdî li Sûrîyê tine ye, li cem we Tirkîyê pirsa Kurdî heye ev tiştekî din e û ne girêdayî Sûrîyê ye.”

Derbarê pirsa dîyaloga di navbera Rêveberîya Xweser û Şamê de, nûnerê Sûrîyê got, “Dîyalog di navbera hikûmeta Sûrîyê li alîyekî din û di nav de pêkhateya Kurd de tê kirin, dîyalogeke sûrî sûrî ye li Şamê tê kirin, ne li Cinêv, ne li New York û ne jî li paytexteke din tê kirin. Derîyên Şamê vekirî ne, derîyên hikûmeta Sûrîyê ji bo her kesê di avakirina siberoja Sûrîyê de beşdar bibe vekirî ne.”

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê, “Di daxuyanîya hevbeş de tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku hemû alî hemû şêweyên Rêveberîya Xweser red dikin, gelo ev helwesta fermî ya Şamê ya?” Caferî got, “Ev jî armanca sereke ya lidarxistina kongireya Soçîyî bû ku bi biryareke girîng derket, ew jî tevlîbûna di nav Komîteya Nivîsandina Destûr bû. Yê ku di vê derbarê de xwedî nerîn be, dikare tevlî wê bibe û di her pirsekê de nerîna xwe pêşkêş bike. Lê ev karûbarê Sûrîyê û divê hemû alî fêr bibin, ku ligel biryayê xwe yê sûrî dîyalogê bikin û ne ligel kesên bîyanî li dijî birayê xwe yên sûrî. Belê daxuyanîya îro hemû şêweyên Rêveberîyên Xweser red kir, ji ber ku ev şêweyeke ji şêweyên cudaxwazîyê ye, lewma ti cihê ti daxwazeke cudaxwazîyê li ser li Sûrîyê tine ye.”

Beşar Caferî got jî, “Helwesta fermî derbarê dîyalogê, helwesteke fermî ye, weke tu dizanî, car caran dîyalog tê kirin, ku hikûmeta Sûrîyê jî hêvî dike, birayên me yên Kurd vegerin hembêza dewleta Sûrîyê û xwe nexin nav erebeya Amerîka ku tenê berê wan dide şikestê, yekîtîya niştîmanî li Sûrîyê tê xwestin, piştî 8 salan ji şerê terorê li dijî Sûrîyê cihê wan kesan nîne ku bixwazin berdewamîya bidin vê lîstikê. Sûrîyê niştîmanper yê paqij ku sûd ji Sûrîyê wergirtîye divê vî welatî biparêze û hevkarîya ti hêzeke dujiminkarane neke ku li dijî berjewendîya gelê Sûrîyê kar dike.”

Li alîyê din li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûrîyê, di daxûyanîya dawîyê ya gera 14emîn a civînên Astanayê de tekezî li ser pabendbûna bi hêz, serwerî û yekparçetîya axa Sûrîyê hatîye kirin û tevahîya ecindayên cudaxwaz jî, hatine redkirin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûrîyê dîyar jî kirîye  ,ku di civîna îro de li bajarê Nur Sultan a Kazaxistanê hewlên kontrolkirina zevîyên petrolê yên Sûrîyê hatine redkirin û tekezî li ser vegerandina desthilata Sûrîyê hatîye kirin. Di heman daxûyanîyê de hatîye ku di civînê de tekezî li ser jinavbirina rêxistinên terorîst ên li Sûrîyê jî hatîye kirin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin