Nûnerê NY: Rejîma Sûrî dixwaze her tişt vegere beriya 2011an

Nûnerê NY: Rejîma Sûrî dixwaze her tişt vegere beriya 2011an

.

A+A-

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen, got ku rejîma Esed ji bo çareseriyê naxebite û dixwaze her tişt vegere mîna salên berî 2011an ku xwepêşandanan dest pê kiribû.

Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen mikur hat ku rêjîma Sûriyê dixwaze her tişt vegere weke berî 2011an û diyar kir, ti planên wî ji bo dema pêş tune ne û tekezî li ser girîngiya guhertina kar a komîteya destûrî ya Sûriyê kir.

Pedersen di civîna girtî ya Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî de, bang li civaka navdewletî kir ku nakokiyên xwe çareser bikin da ku pêvajoya siyasî ya rawestandî li Sûriyê were meşandin.

Pedersen teqez kir ku nûnerê rêjîma Sûriyê dixwaze kar û xebatên komîteyê li gorî wan bimeşe û mîna salên berê yên berî şoreşê her tişt çêbibe.

Li aliyê din welatên; Fransa, Irlenda, Estonya, Belcîka û Almanya li ser têkçûna civînên komîteyê daxuyaniyeke hevbeş dan û gotin, rêjîma Sûriyê bi têkçûna gera 5an a Komîteya Destûrê ku hefteya borî bidawî bûbû, tometbar kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin