Nûnerê Mîrê Êzidiyan: Em naxwazin Şingal bibe Efrîn

Nûnerê Mîrê Êzidiyan: Em naxwazin Şingal bibe Efrîn

.

A+A-

Nûnerê Mîrê Êzdyan Cewher Elî Beg “Em ditirsin ku tiştek weke xelkê Efrînê bi serê wan de bê. Ew çekdarên bi ser Tirkiyê ve gundên Kurdên Êzidya dagir kirine.”

Şandeke Kurdên Êzdî ligel Konsolê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê civiyan, di civînê de behsa Şingalê û egera operasionên Tirkiyê bo ser Şingalê kirine.

Cewher Elî Beg ji Rûdawê re ragihand ku civîn li ser daxwaza konsulxaneya Tirkiyê di 7ê Sibatê de pêk hatiye.

Elî beg dibêje “ez li ser daxwaza rîspiyên Şngalê beşdarî beşdarî civînê bûm û konsolê Tirkiyê ji wan re gotiye, eger artêşa Tirkiyê êrîşî Şingalê bike jî, dê hewlbidin ti ziyanek negihe xelkê wê.”

Elî beg ragihand ku wan metirsiya xelkê Şingalê ji konsolê Tirkiyê re aniye ziman û diha berdewam kir “Em ditirsin ku tiştek weke xelkê Efrînê bi serê wan de bê. Îro çend gundên Kurdên Êzidiyan, mezargehên wan xerab kirin. Ew çekdarên bi ser Tirkiyê ve gundên Kurdên Êzidya dagir kirine.”

Elî Beg diyar kir ku ew naxwazin Şingal bibe qada şerê tu aliyekî û got “Piştî 3ê Tebaxa 2014an dibûya Hikûmeta Iraê û ya Herema Kurdistanê bêtir giringiyê bidana Şnagalê. Em ji vê rewşa niha ya siyasî û leşkerî li Şingalê nerazîne. Em dixwazin xelkê Şingalê xwe bixwe biparêze. Em qebul nakin ku mîlîs li Şingalê tadeyê bikin. Şingal birîndar, şûna ku birîna Şingalê bê dermankirin rabûn Şingalê xistine şûna kişkişandinê û tadê li xelkê Şingalê qebûl nakin.”

Li ser rewşa Şingalê ya niha Elî Beg dibêhe “Xelkê Şingalê ji vê rewşê ne razî ye. Xelk bi tirs e. Eger artêşa Tirkiye êriş bike dê bibe cihê şerekî mezin di navera Tirkiyê, PKK û Heşdî Şebî. Ji vê yekê ew ê xelkê Şingalê zirarê bibînin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin