Nûnerê herêma Kurdistanê li Bexdayê daxwazek pêşkeşî fraksîyonên kurd dike

Nûnerê herêma Kurdistanê li Bexdayê daxwazek pêşkeşî fraksîyonên kurd dike

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê behsa rêkeftina Hewlêrê û Bexdayê dike û daxwazekî pêşkeşî fraksîyonên kurd dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 05.12.2019ê bi fermî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser budceya giştî ya Iraqê bo sala 2020ê hat encamdan.’’

Faris Îsa ragehand, li gor rêkeftinê herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîlên neftê radestî şîrketa nefta Iraqê ya Somo dike û awayê dayîna qer û deynan jî hatîye dîyar kirin.

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê pêwîst zanî fraksîyonên kurd li parlamentoya Iraqê bi yek dengî hewla pejirandina projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bidin.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin