Nivîskarekî Rûsî: Festîvala Fîlmên Kurdî dê bandoreke mezin hebe

Nivîskarekî Rûsî: Festîvala Fîlmên Kurdî dê bandoreke mezin hebe

.

A+A-

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê berdewam e û nivîskarekî Rûsî dibêje, “ez dibînim ku dê bandoreke wê ya mezin di siberojê de hebe.”Akademîsyenek jî dibêje, “Ez dixwazim zanyariyên xwe yên derbarê Kurdan de berfirehtir bikim.”

Sînemaya "Karo Otyabr" ya li kolana Arbatê li navenda Moskowê, çend roj e ku, bi giranî ji bo fîlmên Kurdî, temaşevanan pêşwazî dike.

Diyar e, Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê, ku bi hevkariya Tora Medyayê ya Rûdawê birêve diçe, kariye ku bala şêniyên Moskowê bikişîne.

Ji 21ê Tîrmehê ve, di gel temaşevanên Kurd, hejmareke cidî ya temaşevanên Rûsî jî rojane, herî kêm li 5 fîlmên derhênerên ji her çar parçeyên Kurdistanê û fîlmên derhênerên biyanî yên li ser Kurd û Kurdistanê temaşe dikin.

Di nava temaşevanên Rûsî de kesayetên pispor ên sînemyayê jî hene.

Nîkolay Garmîza, kulturolog, mamostayê Zankoya Dewletê ya Kulturî ya Moskowê, dibêje, “Fîlmên ji Kurdistanê li seranserê cîhanê tê de hene, hêvîdar im gelek xelk temaşe bikin, ji ber ku derhênerên Kurd ji gelek welatan hatine. Ev tiştekî gelek balkêş û girîng e.”

Di gel pêşandana fîlman, danûstana temaşevan bi derhêner û akteran re jî beşekî çalakiyên festîvalê ye.

Bê guman, temaşekirina li fîlmên Kurdî, heta wergirtina îmzeyên dahêner û akterên Kurd, dibe ku di jiyana piraniya van temaşevanan de yekemîn care rû dide.

Anastasiya, mamostaya zankoyê, dibêje, “Ji bo min şerm e ku heta niha min gelek tişt li ser vê netewê û vî miletî nebihîstibû. Dema min reklam dît min xwest zanyariyên xwe berfirehtir bikim. Dokumentariyeke li ser jenosîdê bala min kişand.”

Valeriy Yemelyanov, nivîskar, rojnamevan, dibêje, “Min çawa wan fîlman taybetmendiyeke wan a nû heye di sînemaya cîhanê de û ez dibînim ku dê bandoreke wê ya mezin di siberojê de hebe.”

Mijara Kurd û Kurdistanê, bê guman, li Rûsyayê mijareke xerîb nîne, lê ta niha bi giranî di warên şer û siyasetê de derdikete pêş.

Jixwe, rêkxer û beşdarên Festîvalê jî bi berdewamî amaje pê dikin, ku armanca wan ew e ku rastiya civata Kurdistanê bigihînin cîhanê.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê dê heta 25 Tîrmehê berdewam be.

(Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin