Nîgeraniya Tosinê Reşîd ya sereke asimîlasyona nifşa nû ye

Nîgeraniya Tosinê Reşîd ya sereke asimîlasyona nifşa nû ye

.

A+A-

Rêvîtiya pêşiyên nivîskar û lêkolînerê Kurd Tosinê Reşîd 185 sal beriya niha, ji ber zilma “Roma Reş” ji Şengalê destpê dike. Pêşî ew li devera Eyntabê ya Dêrîkê, piştî 40 salan jî li herêma Qersê star dibin, ku  wê demê  di bin destê Rûsan de bû.  Sala 1918an rûs Qersê, ji tirkan re dihêlin û Êzidîyên deverê dîsa didin ser rêya peneberiyê û digêhejin Ermnistanê. Tosinê Reşîd sala 1941 li wir tê dinyayê.

Zarotiya wî li zozanên Elgezê, xortaniya wî jî li zanîngeh û di civata rewşenbîrên navdar bi bextewerî derbas dibe. Lê salên 90î, vê care bayê penaberiyê, wî jî dide ber xwe û davêje peravên okyanûsên Pasîfîk û Hindî – welatê Awustralyayê.

Bajarê Yessentûkî li herma Stvropolê li bintara çiyayên Qafkasyayê cih girtiye. Bi sirûşta xwe ve nêzî Kurdistanê ye. Bajareke arame, avhewaya wî nerme.

Di jiyana Tosinê Teşîd de birayê wî yê mezin, şaîr Rizalîyê Reşîd û kurdnasê navdar Qanatê Kurdo bandoreke mezin hîştine. Tosin hêj çarde salî bû, ku Qanatê Kurdo ew fêrî tîpên latînî kiribû û bi berdewamî jê re pirtûkên kurdî dişandin. Qanatê Kurdo, mamostê wî yê niştîmanperweriyê jî bû.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Tosinê Reşîd Tosinê Reşîd: “Min nedixwest niha dest nivîsandina bîranîn xwe bikim, lê gelek hevalan ji min re gotin ku tu niha 80 salî yî û dema te ya nivîsandina bîranînan e. Lewma min niha dest bi nivîsandina bîranîna kiriye. Paşê ezê li ser hinek xebatên din kar bikim. Di destê min de gelek materiyal hene lê nehatine çapkirin. Kareke baş li ser berhemên  Qanatê Kurdo kirine, min hinek pirtûkên wî yên hatibû çapkirin ew çapkirin. Niha ez disa dixwazim li ser wî karî berdewam bikim. Ez di wê baweriyê de me pirtûkên di heyama Yekîtiya Soyvetê de hatine çapkirin, hêja ne dîsa bêne çapkirin.”

Rojnamegeriya Tosinê Reşîd sala 1961 ê li rojnama “Rîya Teze” dest bi dike. Wî, yekemîn pirtûka xwe ya helbestan sala 1966 an ji bo çapê amade dike. Heta niha li Erîvan, Ewropa û li Bakûr û Başûrê Kurdistanê çendîn pirtûkên wî yên weke: “Zozan”,  “Nîvro”, ‘Hêsir’, “Şeva bê xew”,  ‘Çiya’, “Min bêrîya şevên Sipî kirîye”, piyesê “Sîyabend û Xecê”, her weha lêkolînên  weke “Bîranîna 90 salîya Qanatê Kurdo”, “Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî”  û bi sedan gotarên cuda cuda hatine çapkirin.

Romana wî ya li ser jiyana Mahşeref Xanim Kurdistanî, bi navê “Mestûre, serê hêjayî tac bû” di civata wêjeyî ya kurdî de dengekî mezin vedide. Roman, ji aliya çend weşanxane û 9mîn Fêstêvala edebî û ronakbîrî  “Gelawêj” ve hêjayî xelatê tê dîtin.

Bê guman, di nava civaka kurdên Sovyeta berê de giramiyeke Tosinê Reşîd a berbiçav heye. Ew, ne tenê weke nivîskar, belkî weke rûspiyê civakê, ji aliya her malbetekî ve bi kêxwşî tê pêşwazîkirin. Beşdarîkirina Apê Tosin di şîn û şahiyên diyasporayê de, giraniyeke dide wê civatê û ciyê  wî her tim di aliya jor de ye.

Karsaz, şêniyê Krasnodarê Fêrîkê Sedoyî jî dibêje: “Tosinê Reşîd nivîskar e, rewşenbîr e, û çi bibêje li bejn û bala wî tê. Ew her çend di 80 saliya xwe de be jî lê ji beşdarbûna şahî û teziyan xwe bêpar nake.”

Tosinê Reşîd gihîştiye 80 saliya xwe.  Nîgeraniya wî ya sereke asimlasyona nifşa nû ye.  Tevî temena xwe ya mezin, ew naxwaze ji civatê dûr bimîne. Mîna çalakvanekî xort, di her derftê de propogandaya  nîştimanperwerî, ziman, bawerî û çand û nêrîtên neteweyî dike. Û vê yekê  jî, weke erkeke rewşenbiriyê dibîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin