Newroza Stockholmê ji bo Efrînê hate yad kirin…

Newroza Stockholmê ji bo Efrînê hate yad kirin…

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, ahenga Newrozê li dar xist. Hukumeta Swêdê wezîrek, seroka şaredariya Stockholmê, serok an nûnerên nasdar yên partiyên siyasî yên Swêdê beşdar bûn.

A+A-

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di êvara 24`ê Adarê, ahenga Newrozê li dar xist. Aheng  di avahîya Şaredariya Stockholmê Blå Hallen ê da, ku xelata Nobel li wir tê belavkirinpûk hat.

Şeva Newrozê ji aliyê Mardîn Baban, Hêlîn Sonmez û Tara hate birêvebirin. Di ahengê de silava prensesa Swêdê Vîctorya yê, ku ji bo Newrozê şandibû hate gotin. Dûra peyama serokwezîrê herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate xwendin.

Şahîya Newrozê bi koma folklora Komciwanê ve hate destpêkirin. Li ser navê şaredariya Stockholmê Karîn Wanngård axaftinek kir. Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Keya Îzol axaftina xwe hem bi Kurdî û hem jî bi Swêdî pêşkeş kir.

Wezîrê kar û barên civakî (civil) Ardalan Shekarabî, Serokê Partîya Çep Jonas Sjöström, Li ser navê partîya Moderatan parlamenter Karîn Cederfelt û li ser navê Lîberalan parlamenter û dostê Kurdan Fredrîk Malm û li ser navê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî jî Elî Jouma axaftin pêşkeş kirin.

newroz2018.2.jpg

Axaftvanan hemûyan, piştgiriyên xwe bo gelê Kurd nîşan dan. Bi taybet jî parlamenterê Lîberal Fredrîk Malm û serokê Partiya Çep dagîrkerina Tirkiye mehkûm kirin û  ji Swedê û cîhanê daxwaz kirin ku Kurdan tenê nehêlin. Gotin: Kurdan li dijî DAÎŞ`ê bi qehremanî şer kirin, Dinya deyindarê Kurdan e û divê Piştgiriya Kurdan bê kirin. Fredrik  Malm got; " Min û serokê partiya me Jan Björklund me îro di rojnameya Aftonbladet  re nivîsek belav kiriye  û doz kiriye ku Tirkiye  bi vê helwesta xwe ne layiqî yekîtiya Ewrûpa ye. Divê serlêdana wan ya Yekîtiya Ewrûpa  bi tundî were rawestandin, Ez soz didim we em ê li ser vê daxwaza xwe rawestin"

De şevahengê de cara pêşin Federasyonê xelatek teybet  ji bo dost û piştgirên kurdan ku bi salan xebat ji bo kurd û Kurdistanê kirine dan.  Ev xelat di Newroza 2018 an de ji Olof Tandberg re çû. Olof Tandberg  yek ji wan kesan e ku li Swêdî  ji salên 60 î de xebata ji bo Kurdistanê dike û komîteya piştgirên Kurdistanê li gel çend kesên din û kurdên navdar ava kiribûn, her weha pirtûk li ser Kurdistanê nivîsandiye. Olof nuha 94 saliye û bi xelatê gelek kêfxweş bû û axaftinek kurt kir û  got; "Li xwe û çanda xwe xwedî derkevin! Newroza we pîroz be "

Wezîrê kar û barên civakî (civil) Ardalan Shekarabî, got "Newroz layiqî ku li vê avahiya Navdar ya Nobelê were pîrozkirin! Ez gelek  kêfxweşim ku hûn kurd Newrozê îro li vir pîroz dikin. "

Piştî axaftinan hunermend Armanc, Şino Ahmadî û hunermenda  navdar Fatê bi deng û stranên xwe şevaheng xweş kirin.

Roza Kurd Stockholm 25 adar 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin