Neteweyên Yekbûyî êrîşa Efrînê şermezar kir

Neteweyên Yekbûyî êrîşa Efrînê şermezar kir

.

A+A-

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen êrîşa li ser nexweşxaneya li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got ku vê êrîşê îsbat kir ku divê agirbesteke li seranserî Sûriyê were ragihandin û li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navnetewî krîz were çareserkirin.

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen derbarê êrişa li ser Efrînê de  daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Ez êrîşa li ser Nexweşxaneya Şîfa ya bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê ku di wê êrîşê de welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û beşek ji nexweşxaneyê wêran kirin, bi tundî şermezar dikim.”

Geir Pedersen tekez kir ku êrişên bi wî rengî nayên qebûlkirin û beşek ji karmendên tendirustiyê bûne qurbanî û got: “Êrîşên wiha yên tirsnak ên li hemberî sivîlan û jêrxaneya sivîl, nayên qebûlkirinê û divê êriş bêne rawestandin."

Pedersen herwiha diyar kir ku divê hemû aliyên ku di şerê Sûriyeyê de beşdar in, pabendî yasayên mirovî yên navneteweyî bin û ji bo parastina can, mal û milkên sivîlan bixebitin.

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê û tundûtujiya li Sûriyê ya berdewam nîşan dide ku divê agirbesteke berfireh li Sûriyê were ragihandin û hewl  ji bo cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navnetewî bêne dayîn.

Li Efrînê, di êrîşa 12ê Hezîrana 201ê ya li dijî nexweşxane û navenda bajêr de, 14 kesan canê xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin