Netanyahu: Serdana Pompeo Xurtbûna Tifaqa Îsraîl û Amerîka Nîşan Dide

Netanyahu: Serdana Pompeo Xurtbûna Tifaqa Îsraîl û Amerîka Nîşan Dide

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdana Îsraîlê de dîyar kir ku ew dê li gor Plana Rojhilata Navîn ya Serok Donald Trump tevbigerin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor wê planê, 30 ji sedê Kenara Rojava dê di bin kontrola Îsraîlê keve û Orşelîm jî bibe paytexta wî welatî.

Pompeo berî serdana Îsraîlê gotibû ku ewê bo danûstandinên ser ‘’vîzyona aştîyê’’ ya Trump here wir û derbarê wê planê, ku di serê salê de hatibû eşkere kirin, gotibû ku divê ew hîn li ser bixebitin.

Ew piştî bi Serokezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û şîrikê koalîsyonê Benny Gantz re kom bû da zanîn ku ‘’Amerîka ti car ewqas xurt girêdayî Îsraîlê nebûbû’’

Wî ser Îsraîlê got ku ‘’şîrikeke girîng e’’ û pesna têkoşîna wê ya dijî vîrusa korona da.

Mike Pompeo bê ku nav bide Çîn rexne kir û da zanîn ku Îsraîl ‘’mîna hin dewletan nexwestîya ku agahîyên xwe veşêre’’ û ew eşkere kirine.

Pompeo ji Adarê vir ve cara pêşî serdana derveyî welêt kir.

Netanyahu jiber serdanê spasîya Pompeo kir û bal kişand ku ew serdan tifaqa Amerîka û Îsraîlê nîşan dide.

Hêjayî bîrxistinê ye, karbidestên Filîstînî û hin sazîyên navneteweyî jî dijî Plana Rojhilata Navîn ya Trump derketibûn

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin