Nesir Herîrî naveroka civîna bi Mesrûr Barzanî re eşkere kir

Nesir Herîrî naveroka civîna bi Mesrûr Barzanî re eşkere kir

.

A+A-

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî piştî civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û civîna ligel Mesrûr Barzanî ji Kurdistan24ê re eşkere kir û got; mijara herî girîng ku ligel Serokwezîr gotûbêj kirine, geşedanên herî dawî yên Sûriyê û hewldanên çareseriya siyasî bû.

Nesir Herîrî diyar kir ku di civînê de li ser gefên li deverê axivîne, ji wan; gefên terorê û ew rêxistinên terorî ku gelê xwe ji nav dibin. Tevî behskirina hejmûna Îranê li deverê û qeyrana mirovî ku rûbirûyî gelê Sûriyê bûye, herwiha diyar kir ku behsa gotûbêjên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û PKKê de kirine.

Herwiha Herîrî destnîşan kir: “Me behsa gelek tiştên cuda kir, gotûbêja me gelek girîng bû li ser pêwîstiyên wan penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî li peyçûnê ji bo wan daxwazan dike.”

Derbarê binpêkirinên li deverên Girêspî û Efrînê de ku piraniya nişteciyên wan deveran kurd in, Nesir Herîrî got: “Me behsa rewşa wan deverên Sûriyê kir ku ji aliyê Artêşa Niştimanî ve têne parastin.”

Nesir Herîrî got: “Em hevnêrîn in ku îdareyeke dadperwerane li wan deveran hebe û divê sazî werin çalakkirin, da ku xizmetguzarî, asayîş û desteber bibe û jêrxana aborî were pêşxistin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin