Nêçîrvan Barzanî: Wefata Îbrahîm Reîsî em gelekî xembar kirin

Nêçîrvan Barzanî: Wefata Îbrahîm Reîsî em gelekî xembar kirin

.

A+A-

Nêçîrvan Barzanî li ser mirina Serokkomarê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê peyameke sersaxiyê weşand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku vê xeberê ew gelekî xemgîn kirine û got:

“Xebera wefata rehmetî Îbrahîm Reîsî û rehmetî Husên Emîr Abdulahiyan û yawerên wan a di qezaya helîkopterê de em gelekî xemgîn û xembar kirin.

Em di vê dema dijwar de hevxem û hevsozên Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî û gelê Îranê yê dost û cîran û malbatên wan ên birêz in.

Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku wan bi mîhrebaniya xwe şad bike û aramiyê bide wan.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de ragihand ku wefata Reîsî ji bo gelê Îranê xemeke mezin e û pê de çû:

“Wefata rehmetî Serok Reîsî xem, azar û ziyaneke mezin e ji bo Komara Îslamî û gelê Îranê yê Misilman û dostên wî lê em piştarst in ku dê gelê ciwamêr ê Îranê û Komara Îslamî vê dijwariyê derbas bike.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê îro (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin