
Nêçîrvan Barzanî seredana Komela Îslamî dike
Evro li Silêmanîyê, serokê Herêma Kurdiatnê, Nêçîrvan Barzanî û herdû cêgirên wî, seredana Komela Îslamî ya Kurdistanê dikin û li gel emîrê Komelê rewşa Îraqê û hevhelwêstîya firakisyonên Kurdî li Bexda gengeşe dikin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Evro li Silêmanîyê, serokê Herêma Kurdiatnê, Nêçîrvan Barzanî û herdû cêgirên wî, seredana Komela Îslamî ya Kurdistanê dikin û li gel emîrê Komelê rewşa Îraqê û hevhelwêstîya firakisyonên Kurdî li Bexda gengeşe dikin.
Duhî jî şanda bilinda serokatîya Herêma Kurdistanê seredana bajarê Silêmanîyê kir û di destpêka serdana xwe de, ew şand li gel Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û Bizava Gorranê civîyan.
Hevdem şandê seredana gorên Mam Celal Talebanî, sekirterê koçkirîyê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û Newşîrwan Mistefa rêkxerê koîkirîyê Bizava Gorranê kir.
Ev roj jî, şanda serokatîya Herêmê li gel Elî Babîr, emîrê Komela Îslamî dicive.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin