Nêçîrvan Barzanî serdana Silêmanîyê dike

Nêçîrvan Barzanî serdana Silêmanîyê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe bi mebesta kombûna ligel alîyê sîyasî û yekdengîya alîyên Herêma Kurdistanê diçe bajarê Silêmanîyê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Biryar e îro Sêşemê (26.11.2019), Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biçe Silêmanîyê û alîyên sîyasî kom bike daku yekdeng û yekhelwest bin ji bo avakirina gotareke hevbeş a Kurdistanî.

Di wê serdanê de, herdu cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê Ceifer Şêx Mistefa û Mistefa Seyid Qadir jî beşdar dibin.

Li gorî zanyarîyên Rûdawê, saet 11.00 Nêçîrvan Barzanî û cigirên wî, dê biçin navenda Tevgera Goranê li girê Sergete û piştre dê li mala Cîgere Sekreterê Giştî yê Yakîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl li gel Polîtbîroya YNKê bicive.

Armanca seredana Serokê Herêma Kurdistanê bo Silêmanîyê, civîna li gel alîyên sîyasî bi taybetî YNKê û Goran e, ji bo yekxistina helwesta Herêma Kurdistanê li beramberî guhertin û bûyerên ku li Iraqê û navçeyê çêdibin.

Hevdem gotûbêjê li ser civîna dawî ya li gel alîyên Iraqê dikin, ku 18ê vê mehê li Bexda li mala Emar Hekîm hatibû lidarxistin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin