Nêçîrvan Barzanî: Serdana CHPê bo Kurdistanê siyaseteke nû ye

Nêçîrvan Barzanî: Serdana CHPê bo Kurdistanê siyaseteke nû ye

.

A+A-

Şanda Partiya Gel a Komarî (CHP) ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye, îro ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Di vê hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser giringiya “diyalogê, qebûlkirina hev û nehîştina înkarê” kir û serdana şanda CHPê bo Başûrê Kurdistanê wek siyaseta nû ya wê partiyê bi nav kir.

Şadedandeke Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê CHPê û Parlamanterê Stenbolê Oguz Kaan Salici û endamtiya Şêwirmendê Serokê Giştî û Berpirsê Siyasetên Derve yê wê partiyê Unal Çevîkoz, Endamê Encumena Partiyê Nevaf Bîlek, Prof. Dr. Mehmet Hasan Eken û Enver Omur Plat ji roja Yekşemiyê ve serdana Herema Kurdistanê kiriye.

Îro Duşem 6ê Îlona 2021an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wê şanda CHPê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de “şanda CHPê behsa armanca serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kir û tekezî kirk u çareserkirina pirsgirêk û aloziyên navçeyê bi diyalog û ji hev têgihîştina di navbera gelan û pêkhateyan de dibe, bo vê yekê jî partiya wan cîbicîkirina nêrîneke demdirêj li ser vê bingehê destpê kiriye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, şanda CHPê herwiha di vê hevdîtinê de “hêvî kiriye ku pêwendiyên baş li ser bingeha berjewendiya gelên navçeyê li gel Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê ava bikin û bi hev re kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û aramî û seqamgîriya li navçeyê, her di vê derbarê de amaje bi giringiya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê jî kir.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser “giringiya diyalogê û ji hev têgihîştinê, nêrînên hevbeş, vedîtina rêçareyên pirsgirêk û aloziyên navçeyê li ser bingeha qebûlkirina hev û nehîştina înkarê kir û ev serdana CHPê wek siyaseteke nû ya CHPê bi nav kir.”

Di hevdîtinê, Nêçîrvan Barzanî spasiya Tirkiyê kir ku di demên tengasiyê de û bi taybet di dema operasyonên Enfala 1988 de alîkariya xelkê Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi rol û pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyê jî kir û destnîşan kir, “Herêma Kurdistanê herdem wek faktorê aramî û istiqrarê dimîne.”

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin ku rewşa giştî û hilbijartinên Iraqê yên bê, metirsiyên DAIŞê û pêşbîniyên ji bo paşeroja navçeyê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin