Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Bergirîyê yê Îtalyayê civîya

Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Bergirîyê yê Îtalyayê civîya

Duhê êvara roja sêşeêmê 17.12.2019an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevanîya Îtalyayê Lorenzo Guerini civîyan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Duhê êvara roja sêşeêmê 17.12.2019an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevanîya Îtalyayê Lorenzo Guerini civîyan. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku serhildana terorê li Iraqê û navçeyê metirsîyeke rasteqîne ye. Lorenzo Guerini jî ragihand ku dê hevkarîya wan bo Pêşmerge berdewam bike.

Di civînê de Nêçîrva Barzanî  tekez kir ku serhildana terorê li Iraqê û navçeyê metirsîyeke rasteqîne ye û dê gefan li ewlekarîya cîhanê jî bike, ji ber vê yekê berdewambûna alîkarî û hemahigîya navdewletî ji bo rûbirûnûna wan gefan bi pêwîst dizane.

Herwiha Barzanî sipasîya Îtalyayê kir ji bo alîkarî û piştevanîya wan a leşkerî di dema şerê DAIŞê de di çarçêveya Hevpeymanîya Navdewletî de ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine û her wiha rola serbazên îtalîyayê di perwerdekirina Hêzên Pêşmerge de bilind nirxand.

Wezîrê Berevanîya Îtalya piştevanîya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmege tekez kir û ragihand ku Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê û têkşikandina DAIŞê de roleke mezin lîstîye û berevanî li hemû pêkhateyên herêma Kurdistanê kirine.

Di heman civînê de tevî gotûbêjkirina rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêşhateyên Sûrîyê û rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kirin

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin