Nêçîrvan Barzanî ligel Cewad Zarîf civiya  

Nêçîrvan Barzanî ligel Cewad Zarîf civiya  

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf kir. Di nava şanda Cezad Zerîf de, balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescîdî, konsolê Îranê li Hewlêrê Reşnûdî û Konsûlê Silêmanyê Mehdî Şûşterî hebûn.

Nêçîrvan Barzanî di civînê debehsa pêwendiyên dîrokî yên Kurdistanê û Îranê kir û diyar kir ku di rojên zehmet de Îranê piştgirya Kurdistanê kiriye û got: ‘’Li gorî berjewendîyên hevpar di warê aştî û aramîyê de Herêma Kurdistanê dê bi Îranê re di nav têkiliyên cîrantiyek baş de be.”

Cewad Zarîf tekez kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe yên dîrokî digel herêma Kurdistanê baştir bike.

Herwiha Zerîf, ji ber êrişên roketî yên vê dawiyê dijî Hewlêrê, dilgiraniya xwe anî ziman û got “Îran îstîkrar û aramîya heremê dixwaze. Îstîkrar û têkîliyên aborî di berjewendiya herdû aliyan de ye.”

Herwiha di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê, têkoşîna li dijî DAIŞê û hebûna hêzên hevpeymaniyê, Peymana Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên bazirganî yên dualî û bazirganiya sînor û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf îro gihîşt Hewlêrê û li gel Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr arzanî hevdîtin pêk anî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin