Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Swêdê civîya

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Swêdê civîya

Ji alîyê xwe ve Ann Linde spas û pêzanînên welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê li berengarbûna terorê û têkşikandina DAIŞ û parastina pêkhatên olî û neteweyî û hevkarîkirina koçber û penaberan derbirî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî piştgîrîya Swêdê ya ji bo Herêma Kurdistanê li çarçêweya Hevpeymanîya Navdewletîya Dijî DAIŞ û hevkarîyên mirovîyên ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kir û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendîyên li gel Swêd dûpat kir.

Her li çarçoveya beşdarîkirina li Korbenda Aborîya Cîhanî li Davos, êvara doh roja sêşemê 21/01/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîra Derveya Swêdê Ann Linde civîya.

Li civînê da peywendîyên Herêma Kurdistan û Swêd, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û çawayîya hevkarîkirina wan, xwepêşandan û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê bi giştî, girîngîya hewla hemû alîyaneya ji bo hêwirkirina alozîyan, metirsîyên terorê û pêwîstîya berdewamîya erkê Hevpeymanîya Navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê hate nirxandin.

Ji alîyê xwe ve Ann Linde spas û pêzanînên welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê li berengarbûna terorê û têkşikandina DAIŞ û parastina pêkhatên olî û neteweyî û hevkarîkirina koçber û penaberan derbirî.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin