Nêçîrvan Barzanî hişyarî da PKKê: Cihê kar û xebata we ne Herêma Kurdistanê ye!

Nêçîrvan Barzanî hişyarî da PKKê: Cihê kar û xebata we ne Herêma Kurdistanê ye!

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser alozîyên devera Zîna Wertê ragihand, hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê rewa nîne û divê jê derkeve. Nêçîrvan Barzanî ji ber tedbîrên li hember Koronayê jî destxoşî li hikûmetê kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro piştî civîna Desteya Serokatîyê ya Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hikûmeta Kurdistanê gelekî bi başî serederî bi vîrusa Koronayê kirîye.

Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û bi navê Desetaya Serokatîyê destxweşî li Serokê Hikûmetê, Cîgirê Serokê Hikûmetê, wezîrên tenduristîyê, navxwe û ewqafê û hemû karmendên ku kar ji bo parastina welatîyên Herêma Kurdistanê kirine, kir. Herwiha destxweşî li welatîyan jî kir, ku bi başî pabendî rêkarên Hikûmeta Herêmê yên li hember belavbûna vîrusa Koronayê hatine girtin, bûne.

Derbarê alozîya vê dawîyê ya Zîna Wertê jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew alozî ber bi çareserkirinê ve diçe û alozî ne gelekî mezin e. Tiştê herî girîng ew e, divê yekrêzî were parastin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, ew hêza li Zîna Wertê bicih bûye, ser bi Wezareta Pêşmerge ve ye û hebûna wan li wê derê demkî ye û her dema erkê wê bidawî bibe, dê vegere cihê xwe.  

Derbarê alîkarîyên ku ji ber vîrusa Koronayê ji Rojavayê Kurdistanê re hatibûn şandin jî, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ew alîkarî mirovî bûn û ti rûyekê wê ya sîyasî nebû.

Li ser kesê ku li Lîbyayê wek “pêşmergeyê Roj” hatîye desteserkirin jî Nêçîrvan Barzanî got, ew kesê li Lîbyayê ji alîyê hêzên Hefter ve hatîye desteserkirin, ti pêwendîya wî bi hêza Pêşmerge û Leşkerên Roj re nîne. Mixabin ew babet hat mezinkirin.

Derbarê gefên PKKê de, Serokê Herêma Kurdistanê got: Ti rewatîya PKKê li Herêma Kurdistanê nîne. Herêma Kurdistanê ne cihê kar û çalakîyên PKKê ye, ji ber ku em niha beşek ji Iraqê ne û em naxwazin bibih cihek ku ji nav xaka me ve êrişî welatên cîran were kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin