Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşek ji nakokîyên niha ye

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşek ji nakokîyên niha ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokatîya Parlemana Kurdistanê û alîyên sîyasî ragihand, Herêma Kurdistanê ji rewşê nîgeran e.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wan tekezî li wê kir, ku divê hemû alî hewlên cidî bidin, ji bo çareserkirina rewşê.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hewl didin rewşê aram bikin û got: Herêma Kurdistanê ne beşek e ji nakokîyên niha li navçeyê heye.

Serokê Herêma Kurdistanê nîgeranîya derbarê rewşa niha ya Iraqê de derbirî û aşkere kir, şandeke Herêma Kurdistanê bo guftûgokirina rewşa niha ya Iraqê serdana Bexdayê dike.

Amaje bi wê da, cihê spasîyê ye, fraksîyonên Kurdî li Bexdayê bi hev re kar dikin û li Herêma Kurdistanê jî heman helwesta wan heye.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ew her hewlekê didin, ji bo Herêma Kurdistanê biparêzin û ji bo wê yekê bi alîyan re li ser xetê ne.

Derbarê êrîşên Herêma Kurdistanê ji alîyê Îranê ve, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, xweşbextane ti zîyaneke canî nebû, lê hemû alî ji biryara Parlemana Iraqê ya derkirina hêzên Hevpeyamanan gelekî nîgeran in.

Herwiha got: Pêwîstîya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de bi hêzên Hevpeymanan heye.

Dîyar kir jî, ti alîyekî bi fermî ew ji êrîşan agahdar nekiribûn.

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin