Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bo hevkarîya Iraqê amade ye

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bo hevkarîya Iraqê amade ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller li Iraqê civîyan û di civînê de Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê bo pêşkeşkrina her hevkarîyeke bo çareserkirina rewşa Iraqê amade ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro Sêşemê (03.12.2019) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller kir.

Li gor daxuyanîya ofîsa Serokatîya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û Matthew Tueller pêşhateyên vê dawîyê yên li herêmê û rewşa Iraqê bi taybetî xwepêşandanên li Bexda û çend bajarên din ên wî welatî gotûbêj kirine.

Nêçîrvan Barzanî dîyar kirîye ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserî û aramîya Iraqê amade ye her hevkarîyê ligel Iraqê bike.

Herwiha di hevdîtinê de mijara pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û mijarên weke budce û petrolê jî hatine nirxandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin