Nêçîrvan Barzanî: Em ê dewam bikin da Êzîdiyên revandî rizgar bikin

Nêçîrvan Barzanî: Em ê dewam bikin da Êzîdiyên revandî rizgar bikin

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser komkujiya gundê Koço yê devera Şengalê ku Kurdên Êzîdî ji gund ji aliyê DEAŞ ê de hatibûn revandin û qetilkirin peyamekî belav kir.104 rûfatên wan Kurdên Êzîdî îro li heman gundî hatin definkirin. Li ser komkujî û revandina Kurdên Êzîdî Nêçêrvan Barzanî ragihand ku wê li ser rizgarkirina Kurdên Êzîdî yên di destê DEAŞ ê de mane berdewam bin. Di gotara Nêçîrvan Barzanî de weha hat ragihandin:

“Kurdên Êzîdî ji ber ayîna xwe hatin jenosaydkirin. Em îro li vir bi rêz û hurmet pêşwazî li rûfatên 104 qurbaniyên Êzîdî yên xelkê Koço de beşdar in ku yek ji sehmnaktirîn komelkujiyên dîroka mirovahiyê ye, bûne qurbaniyên destê DAIŞ a hovtirîn rêxistina terorîstî ya serdemê.

Vegerandina rûfatên van xwîşk û birayên me yên ezîz bo warê wan, hildana rûpelekî din ê xemgîniya dîrokeka tal a tijî ji jan û azara xwîşk û birayên me yên Êzîdî ye ku bo berevanî û bi navê parastina xwe, ayîn, çand û zimanê xwe, bi dehan caran fermanên li pey hev û komelkujiyên bi vî awayî bûne.”

Barzanî her weha di gotara xwe de got ku Êzîdî mînakên civateka jiyandost û azadîxwazin. Dixwazin li gel hemû pêkhateyan bi aramî û aştiyane bijîn û weha dewam kir:

“Bi dirêjiya dîrokê gelek qurbaniyên mezin dane, ser û malên xwe dane, ji bo ku bikarin parêzgeriyê li bawerî, xwenasî, Ezdayetî û ayîna xwe bikin. Ti caran ji bo cîran û derdora xwe nebûne girîft. Ew komelkujiya terorîstên DAIŞê li beramber xwîşk û birayên me yên Êzîdî encam da, ne tenê hewleke kevneperest ya lêdana yek ji dêrîntirîn ayînên navçe û mirovahiyê bû, lê hewleke bêhûde bû bo lêdana konsept û bihayên bilind ên gelê Kurdistanê li lêborîn, tebayî, pêkvejiyan, mirovdostî, jiyandostî ku morikên diyar û berçav a civaka Ezîdî ne.

Em dê her hewlekê bidin û li ser karkirina bo parêzgehkirina Şingalê û berdewam bin. Em li gel Iraq û civaka navdewletî kar dikin û hevkar û hemaheng dibin bo ku careke din karesat bi ser Êzîdiyan û ti pêkhateyekî din de neyê. Em daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê dikin, xwîşk û birayên me yên Êzîdî qerebû bike, terorîst û tawanbarên komelkujiyê bigihîne cezayê yasayî.

Em daxwaz dikin dawîn rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê bo asayîkirina rewşa Şingalê bê cîbicîkirin û hikûmeta federal pêngavên ciddî biavêje ku xizmeta aramî, asayîş û avedankirina navçeyê û vegera koçberan bike. Di vî warî de em daxwaz dikin Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî hevkar û alîkar bin.

Heta niha ji 6 hezar û 417 xwîşk û birayên Êzîdiyên revandî, 3 hezar û 543 hatine rizgarkirin û 2 hezar û 874 jî mane. We piştrast dikin ku em dê li ser hewlên bo rizgarkirin û aşkerekirina çarenivîsa hemû revandiyan berdewam dibin û ti car dest jê bernadin.

Bi rêz û pêzanîn rola cenabê Serok Mesûd Barzanî û wan Pêşmergeyên qehreman bibîr tînin ku li jêr fermandariya cenabê wî de, Şingal û derdora wê azad kirin û bi sedan Pêşmerge ji bo can bexşand û ber ketin.

Ez sipasiya UNITAD a bi serokatiya Kerîm Xan dikim bo hemû wan karên li ser dosyeya qurbaniyên Êzîdî dikin, bi taybet jî di keysa rûfatên van qurbaniyan û nasîna wan destxweşî lihevkarî û hemahengiya di navbera aliyen peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser vê keysê dikim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin