Nêçîrvan Barzanî: Destûr ne tenê ji bo partîyekê û neteweyekê ye

Nêçîrvan Barzanî: Destûr ne tenê ji bo partîyekê û neteweyekê ye

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di Konferansa ‘Yekrêzî û Destûr’ de ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê ve hat lidarxistin de got, armanca sereke ya dariştina destûrê ji bo parastina mafên takekes, civak û pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe ya konferansê de destnîşan kir: “Tiştê ku em bi berdewamî şanazî pê dikin, diruşma pêkvejiyan e û divê baweriya wê pêkvejiyanê ji temamê pêkhateyên ciyawaz ên Herêma Kurdistanê re were dayîn, ev jî bi rêya destûrekê dibe, ku mafê hemû pêkhate û aliyan tê de berceste be.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke axaftina xwe de got: “Destûr tenê ji bo partiyekê yan neteweyekê yan jî ji bo pêkhateyeke diyarkirî nîne, divê destûr bibe bingehek ku hemû rengên Herêma Kurdistanê bi wekhevî li xwe bigre û niha jî em pêngava ber bi nivîsandina wê destûrê pêk tînin û em dixwazin ew destûr bibe nimûneyeke baweriya hemû aliyan.”

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî piştî sala 2003an, Nêçîrvan Barzanî got: “Eger em li pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên piştî sala 2003an binêrin û eger bipirsin; gelo heta niha Bexda mafên Herêma Kurdistanê dane, bêguman bersiva vê 'Na' ye. Eger ji welatiyan bipirsin; gelo hûn di çarçoveya Iraqê de hest bi baweriyê dikin? Bêguman bersiva vê jî 'Na' ye.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Divê hemû aliyên ku di hikûmetê de beşdar in, hest bi berpirsyariyê bikin û erkê xwe li hember parastina wan destkeftên ku me bi dest xistine, bi cih bînin. Divê em hemû bi hev re vê qonaxa dijwar derbas bikin û destûrekê pêk bînin, ku rizamendî û tewafuqa hemû aliyan li ser wê hebe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin