
Nêçîrvan Barzanî bi serokomarê nû yê Îranê re dicive
.
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Tehranê de, bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re dicive.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî, sibe roja Înê 6ê Tebaxa 2021ê di demjimêr 09:00ê sibehê de bi Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî re dicive.
Piştre jî biryar e Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtinekê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandekê ji bo beşdariya merasîma sondxwarina Serokomarê Îranê yê nû de îro Pêncşemê gihîşt Tehranê.
Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Navdewletî ya Mehrabad a Tehranê ji aliyê Nûnerê Serokomarê Îranê û wezîrê berê yê petrolê yê Îranê, Mesûd Mîr Kazimî ve hatibû pêşwazkirin.
Şanda Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarê Olî Piştîvan Sadiq, Mihemed Heme Seîd Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan û Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Kuyistan Mihemed pêk tê.
Merasîma sondxwarina Serokkomarê Îranê îro li demjimêr 17:00 li gor dema Tehranê û 15:30 li gor dema Hewlêrê, bi amadebûna Serokomarê gera heştê Hesen Ruhanî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf tevî endamên Encûmena Parastina Destûr û nûnerên çend welatên cîhanê dest pê dike.
Ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Îranê IRNA ragihandiye ku 115 berpirsên pilebilind ji 73 welatên cîhanê di merasîma sondxwarina Îbrahîm Reîsî de beşdariyê dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin